wêje etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
wêje etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

13.10.2021

Melodiyek ji êşa min re


Erê, her roj radibim her roj serê xwe dişom her roj yekî duyan dikujim; êdî nizanim min çend kuştine, dibêjin kuştin baranê dirjîne ser şevê berfê dibarîne ser rojê. Ez jî her roj baran û berfê difikirim, serê xwe dişom dîsa difikirim; doh min ji diya xwe lûfik xwest da laşekî dî were, min lûfik kir min du caran lûfik kir deh caran sed caran lê tu fêde nekir. Ji serşokê derketim dîsa ketim serşokê û dîsa derketim heta ku min di serê xwe de yek kuşt sed carî ketim û derketim, na na bi rastî nêzî sed carî ketim serşokê û derketim. Diya min wextî xwe bikuşta, min go’ tu bisekine xwe nekuje wê berf bibare. Xwe nekuşt, bi şev baran ji enterîkên sikakê rijiya.


Elî A.

9.10.2021

Meseleyek lihevnekirî

 

Tu hat ma qey tê nerî. Mêrik li hewanê peyase dikir, min da dest.  -na wer nebêj, ma çawa te da dest. Her çi bû li vir tevlihev bû. Aaaa ev jî bû tevlihevî. Ez ji cakêtê xwe hez dikim nala ê mîr kirêyek bajêr hîç nake tev zanim. Nala pêxwas û guhbelan ji diziriyê re ataxî jî nekiriye. Yadê dibêje; -hey gede (mêrikekî carekê got: ev tu ji wî bajarî yî ko ji zarokan re dibêjin gede) timî paqij û li xwe miqate be. Min wer pê digo ma îja qilêrê bi ku ve min girtiye. Ihhhhh ewqa sal, ka xwezî çawa rave û nîşan bikim ewqa sal, hest bi min ev e ewqas sal têxim dawa xwe û birijînim bi ser çogekî de. Heye yek ji me bibe cigcigo ê din silêmanê dunikil hema ê min nikilek besî min e.

M.S

27.12.2020

ne tu kes e


Ez û tu û yara han. Roja din kevjalan kevz dixwarin, yekê ji me go; na xwe didin tavê li ser xurrê, dûv re pisîkê kevjalek dikeritand. Hebe nebe navê vê çîrokê wê ‘pisîka kevjal dikeritand’ be. Min nego, ez nabêjim, ez ê nabêjim jî ji kê re derd be bila ew ji me û xwe re lêke. Bila ev cinaset nikaribe bi zimanê xwe û bibêje min te çi tê de kir. Hinde sal in em çaverê ne ko wê av der bibe da cuh tije bibin. Carê têra kerê bû îro kî qantirekî têrêm û têrav bike wê bi deqa gunê xwe bazde ser wan, pîîîî ma çi ji qantir avis dibe.

Welato weyy welato min eşq kir du felqe yek jê para te ye. Heşayî haziran ên li ser kîrê xwe veketî kî ne, pir in. Reqê avê leqleq e lê ka wî şempazeyê xwe li qotê darê kil dike. Otereyêpêncquruşêberdayî saleke temam dîsa bi tahtê re berda. Her kes îja pê serwext e bê ka wî camûşê sêsed kîlo ji ber girara kê li erdê bû merş, hindik maye em giş bi hev re wî bi nanê ceh ê kûçikan û bi berateyên dewaran bikujin û nala eyarekî dagirtî deynin ber deriyê mirîşoya mizgeftê  ji bo her carê salixan ji vî alî bi de miriyekî nû.

Bila berî bike barebar û bye bye bike ji dinyaligê- hay jê hebe ko kevirê wî diavêt wa ye di dawa şeytên de ye.


M.S.

30.08.2020

Şêrên Şer

Rahişt nanê xwe, dibêm qey ji wî şerê nav bajêr baz dida. Hevalên xwe yî berê dîtin, silav neda hinekan silav da hinekan. Hevalên wî yên berê bûn, hevalên wî yên dibistanê bûn. Emrê hemûyan bi qasî hevdû bû lê ne li eynî bajarî mezin bûbûn. Yek ji wan li ser textebendekî rûniştibû û du heval jî li her du aliyên wî bûn, xişxişa wê rojnameya ku nan di nav de ye dengê xwe li guhê wî hevalê wî xist. Li hevdû meyizandin, silav nedan hev. Berî wê du deqeyan di nava pasajê de rastî hevalekî hatibû û gotibû; “êdî xelas, ev çi bi te hatiye”. Kenek ji qehra dilê wî ket, kenek ji rûyê wî valabû, kenekî ziravê wî qetand, kenekî xwe avêt rûyê wî. “Êdî xelas, derkeve.” Piştî vê bi pênc deqeyan her du parq derbas kiribûn, ji nanê wî germê bazda û ew sekinî.

Kîsikê di destê wê de xwe qetand û ji nav destê wê xwe berda xwarê. Di wî şerê nav bajêr de ew bacan yeko yeko perçiqîn, xwîn li ser erdê ma.

Nizanîbû çi bike, pariyek ji nanê xwe jêkir û avêt devê xwe. Qirika wî ziwa bûbû, di ber de ne diçû. Hêstir ji çavên wî hatin, ji bêvila wî bihurîn ketin devê wî, qirika wî şil bû û meşiya. Bi meşeke giran, meşeke bêxîret, meşeke tiral, meşeke di nav havînê de meşiya.

Çû dîsa du kîlo bacan kirîn û ji dikanê derket. Ji alikî dî ve çû ber bi malê ve. Nû ji dûrayî ve mal dît beziya, dibêm qey şerê bajêr li wan dera ye hê.

Meşiya ber bi malê ve lê xwe nêzikî tu kesî ne dikir, mala xwe dît meş bûbû ba meş bûbû nermeba meş bûbû reşeba meş bûbû payîz meş bûbû şêr.


Elî A.

31.05.2020

Derî û çend laş

Ma tê bikarîbî gaveke biavêje? Erê, ez dikarim biavêjim. Ka naxwe biavêje. Va min avêt. Li wê mala hestûyan didin pisîka mirî, li wê mala birincê dideynin ber pisîka mirî her roj çend hezar gav diavêtin. Gerek diket nav lingên wan lê ba ew dihilkişandin, ew bayê ku êdî ew bixwe jî ji sirr û seqema xwe aciz bûbû.

Ji xew rabûn taştiya xwe hazir kirin û li ser sifriyê rûniştin, hêkên xwe li hev xistin û hinekî keniyan. Dîsa ceribandin ka wê bikaribin derkevin derve an nikaribin. Neynûkên pisîkê jî hew dirêj dibûn û ji birinc û hestûyên li ser cilikê jî bêhn dihat.  Va min avêt. Ka te çilo avêt? Meyizîne. Meyizand û şingêniyek ji derî hat.

Firavîna wan pelên silka bûn. Cilik di şibakê re daweşand, ew laşê ku rizî bûbû xwe xelas kir. Hilmek hat laşê wî, bayekî xwe bi qirika wî girt û pel li dora wî kombûn. Divê dîsa ceribandibane, hê du heqên wan î din hebûn. Derî vekirin, li hevdû meyizandin û ketin hindûr. Şingêniya derî li dengê melê ket.

Ez ê niha derkevim. Ka derkeve. Va derdikevim. Tê tenê derî veke. Xwe ceriband û sê caran derî vekir û asê kir, çû çaya xwe vexwar. Di şîvê de pîvaz xwaribûn û niha ew çaya ku vedixwarin bêqey ji wan re bûbû dar bûbû bexçe bûbû çiya û ser dilê wan germ dikir.

Elî A.



28.05.2020

Dilbazik


Hatim dawiya hukmê xwe. Di ku re hatim, çawa hatim nizanim. Yeka min bû yek. Yeka min bû yekeke mezintir. Çavê yeka min ne li duduyên wan bû, ne jî duduyên çavên min li yeka wan. Min di ber xwe neda lê va ye dîsa li vir im. Bi xwe re me, di xwe re me. Berî niha bi kinberekê sor bûm ji sorê laşxwêdanan. Piştî niha bi serberekê xwîn bûm ji xwîna  laşberatan. Birîndar bûm, birîna'm kur nenale. Ew sitran hat bîra we?  Nehatibe bîra we bînin bîra min, ezê wextekê ji we re behsa çîroka wê bikim. Carekê yekî gotibû; sitranên birîndaran ji birînên wan bêhtirin. Min bawer kiribû, hûn jî bikin. 

Zinggînî ji ber guhê min tê. Dikevim. Ezê ji we re behsa wê zinggîniyê nekim, jixwe hûn zanin. Tirs digire ser min. Ezê ji we re behsa wê tirsê nekim, jixwe hûn karin. Û xew dikeve ser çavê min. Ezê ji we re behsa wê xewê nekim, jixwe hûn neşiyarin.  

'Tê bimrî' dibêjin. 'Ne îro be, sibe' dibêjim. 'Tu li nebûna xwe digerî' dibêjin. 'Ne li vir be, li wir e" dibêjim. Dihulkimim. Dikevim. Nehulkimim dibazim. Ne tenik û dilsazim. Dilbazim. 

Direvim. Direşînim. Guleyan li eniya wan dinexşînim. Bo li ser vê av û axê baxên gulan birêsmînim. Zûha dibim. Dibe helkehelka min. 'Ne îro be, sibe. Ezê ji wan re vê bêjim' dibêjim. 'Çavê yeka min ne li duduyên wan e, ez yeka xwe bi xwe re direvînim, nebe dudu jî wê bibe yekeke mezin' dibêjim.  

Dinêrim. Tên. Ji pozên çiyan tên xwarê. Qefle bi qefle dihêlhêlin. Şêhlewiya qamçiyan li paqên hespikan dişerqînin. Guleya ewililîn dajom  devê namlûyê. 'Ezê nerevim' dibêjim.

Mesûd Qeya

24.05.2020

çîrokên mînîmal - 2


yek

îro la’d e û bi meriv re nayê der, dixwazim xwe bi guhdariya kilama ko bi bîr naynim bikujim. xewna min î surra bê, donê bi kîloyan tê firotan, kîvroşkê xwe li siya şêlimokê daniye, me kir nekir tiştekî me neçû serî. ev kî ji we dizane bi meseleya cinê ko carê dibe marê zer, av, zilam, kitêb, zimzim, pêlav, pisîka reş, cama meyê, balçîmok, saqî, destê li ser erebeya qelibî, debok, (merivekî me ji binxetê behsa cin dikir û digo bes li debokan dixe yan jî dixe debokan)  sûretê cin yê mohra wî li ser sêrê ye kîjan e kes nikare pê bi derziyê? sekna di xirecirê de, çiprîskên berbijor ve, hişê bi gewde dibe, wê i’toka di dergûşê de digrî qey navek heye jê re?

dudu

wan miriyên min ên sax î efsane, hezar rehmetiyan li axiriya wan tînim bi du’ayan. ma qey wê kilamek ji me kêm ba da me behs bikira ko em bêne bîra hev, te çi lez e siwaro ji te baye!

sisê

Nado, gava gora diya wê dikolan dikir hawar û bi xwe diket “hahoo pîra zarokê minêêê, ne tu ji kîr têr bû ne ji şekir,” pêda diçû û digo; “diya min sond û qesem bi navê xwedê aniye hûn tev ji bavê xwe ne.”

wekî em jî tênegihiştin, li dû wan salên ko min bêhemd ava kelandî bi ser birayê xwe yê biçûk de dakir û lêwik seqet bû min hingî fêm kir meşa li ser gun çi ye. diya wê jî êdî piştî salan re her û her ji xaltiya wê re dibêje; “ma zilam doxîna xwe ji hirç re sist dike.” erikkkk!


M.S


15.05.2020

Beşek ji Dîwana Nalî




                                                                Deng: Cansu D.

14.05.2020

Qesrên Spî

Diya min:

Dehleke tije xox û teraqî ye.

 

Pîrka min:

Ka wê zarokê bide min, baran li ser tariyê dibare.

 

Li derdora xwe meyizand tu kes nîn e, ne lat hiştin ne çiya hiştin. Rastî dareke berûyê hat.

 

Qudbê:

Marek di çavê wê de leqiya û winda bû.

 

Sirîncik:

Zilamek navê gund jê re dibêje.

 

Qesrên spî:

Bi rêzê ne, diberiqin. Gavên xwe ber bi qesrên spî ve davêje û bi dehan mar bi ser wê de tên.

 

            Dibêje dehleke tije xox û teraqî bû, diya min li pey min bû û giha min. Çûm cemê ka zaroka xwe bide min baran li ser tariyê dibare. Min li derdora xwe meyizand, tu kes nîn e, min ne lat hiştin ne çiya. Rastî dareke berûyê hatim. Di bin wê darê de zilamekî got ez ê te bibim mala me, tu birçî yî. Na ez ne birçî me, li kû me? Ew alî Qudb e ev alî Sirîncik e. Marek di çavê min de hejiya û winda bû. Qesrên spî diberiqandin, ez jî bi gavên xwe û bi tavê ber bi wan qesran ve diçûm. Bûbûn rêzik. Min tu carî tiştekî wilo neditîbû, maran pêşiya min asê kirin.

 

Du jin:

Li cem tirba diya min û pîrka min du tirban dikolin. Ew kî ne keçê? Ew diyên şehîdan e. Kî şehîd? Ne yên me ne, zilamên wan ditirsin ku werin. Ev her du hatine. Gelek kes hatine kuştin.

 

Tirb:

Diçim nêzîkê tirban, keçikeke şeş-heft salî rûyê wê vekirî xistine nava tirbekê. Yek ji wan tirba diya min vedike, axa li ser rûyê wê paqij dike. Tê rûyê min maç dike.

 

         Dibêje jinbira min li wî çemî qedeh dişûştin, em çûn nav wê dehlê. Rastî dê û bavê xwe hatibû, meşiyan, dê hat bav nehat.


Elî A.

7.05.2020

nameya miriya



Bes, serboriyeke min heye 

derbarê (ş)jîna laşekî bê

bîn û berate de.

 

 “…vê beyaniyê bi destê sibê re, pêlên bayê pêşîn li şibakeya min a girtî dida. Ji qewlî Mam Sebrî; ‘huvehuva’ bê li tariyê dibeziya, dengê azanê bi pêçiyên min diket, tirs di bedena min de dixerbilî, destpêka rêwitiyeke nediyar e ev. Terqîna seydayekî teqwa ji bakurê Sengelê xwe digihand guhên min zarê min qetiya, asê mam. Heta gavekê bi ser xwe de hatim hişê min pûç bû.

 Wesfên rehmanî xwe ji pênûsa min vedidize, ku nîvço bimîne ev name berde bila tikîtenê di halê xwe de bigirîm. Şahiya min û axê bi gêzikek qetikqetikî ve hat vemaliştin. Niha yek li çavên min dinihêre, doza çend qirûşan li min dike heta êvarî. Hîkehîk difûrin ji derdorê. Nasek, yek bi yek xwe li destan radipêçe, yên hember xêrhatinên gazinî lê dikin. Dengên pesindayinan weke şîmaqan li guhê min dikevin. ‘Ezbenî, ez çûm.’ Yek radibe û derdikeve, yekî din jî li dû wî û dawiyê kes namîne, di halê xwe de dimînim.”

 

“Jiyîn nala rihê jinekê bi aciziyên min ve radipelike, bêhn li min diçike. Piştî kêliyên dipdirêj şoreş bi ser min de tên, dihedimim, derî digirim, berî girtinê zengil didim ber çakûçan hûrhûrî dibe, kes nema li derî dide. Jehremar di xwîna bedena min de digere, ji kamê heta fa’mê dipelçiqim, li gorepaneke girse me niha. Bi saya pitpitên amûrên musikjenekî fêlî rûpaqijkirinê dibim. Hêvî dilalije, mîna lawirekî dîn û har dibe lêva lerizî. Û li van deran reng di çalan de wer dibin, sor disojin, sar dibin, difetisin, lê her hinek li dû nin.”

 

 “Danê payizî ye wext, di çirkan de ye saeta êvarî. Ez ne li ber şibakeyê, ne li ser maseyê, li navbera odeyê cixareyekê li rex nameyê dipêçim. Hîn bêhna kulîlkan tahma ava hênik a zaretka gundê mala bavê diya min ji tûtina şil difûre. Her deverek li rehma xwe tê terikandin, dêran û wêranbûyî kîp dinale xweza. Di şer de nîgara welatekî li nava çavên ciwanekî kamil peyda dibe, diêşe. Der û dar û berên rût ji niha ve di hêminiya pêşerojên qidûmşikestî vêlvêl e; behsa reqsa straneke pûç ji latan re dike. Ji gêran dernayên bêlanên êlên me, misêwa hingur ji par re dadiweşîne sibehên bajaran ko li qeraxa nepeniyên jankêşiya jinên di nîrê welidandinê de bi zikreşiyê dikevin, li vî welatî şekirnok tahma şoraniyê ye. Di wextên nêzî hatina gêdûka berfê de, gefxwarinên mêrên qels xwe li qelpiyên jinan digirin û li nava dilê biçûkekê xofê diweritînin hê. Tirsa tiştên derbarê wê de, dilê wê yê zirav î pola teng dike. Çend kêliyan cîhan li ser keçikeke din diqehire, ta danekî din talî li zerbûnê vediguheze şêla petîşok.”

 

 “Pêşbazî bazdana ji dewletê pêlîstok kevirên şûm in li avêtinê ne, banekên ewil ên rût in belengaziyên li bênderên mê diricime.’’

 

“Min dil nîn e biyan bim li van erdan, kat bi kat hişkiyê dikin.  Zeviyên vekêşî di erênayê de ne wer; giliyên hesûdî ne dadibeli’in. Fesilîn nayên rayê, kê dî ye nebînaye ji ristên takekes, axx kî nehat dexlê kê, ka behsa bîranînên li dû tofana şeveke aşt ku li sibeheke nû diferice bike. Ziman bi ziman ditorînin serpêhatiyan  ji hinirran re dikin mîrat.”

M.S

28.04.2020

Beran




Saet çarê şeveqê:

Ji xew rabû û çû midbexê di nîvê midbexa xwe de beranekî gurandî dît.

Saet pêncê şeveqê:

Ji nav cihê xwe rabû çû midbexê liqayî beranê gurandî hat.

Saet şeşê şeveqê:

Derî lêxist. Go; “ew kî ye?”, go; “Ez im”. Çû derî vekir, yekî por qijolî keniya û go; “Ka beran?”. Go; “Bise, va tînim.” Çû midbexê, li beran geriya lê nêdît û hat go; “Xuya nake”.

Saet dwanzdehê nîvro:

Derî lêxist. Go; “ew kî ye?”, go; “Ez im”. Çû derî vekir, ewê por qijolî keniya û go; “Ka beran?”. Go; “Bise, lê dimêyzênim û têm.” Çû midbexê, li beran mêyzand û hat go; “Xuya nake”.

Saet heştê êvarî:

Ji midbexê rahişt sêvekê û li ser beran rûnişt.

Saet nehê êvarî:

Ji midbexê rahişt kêrekê û li ser beran rûnişt.

Saet yekê şevê:

Derî lêxist. Go; “ew kî ye?” gotin; “Em in”. Çû derî vekir, ewê por qijolî û çendek din lê mêyzandin û pirsîn; “Ka beran?” Go; “Bisekinin”. Çû midbexê û rahişt kêra li ser beran û hat, go; “Va ye.”

Saet duyê şevê:

Di nava xwînê de bû.

Saet sêyê şevê:

Xwe tazî kir û ket nav cihê xwe.

Saet çarê şeveqê:

Ji xew rabû û çû midbexê di nîvê midbexa xwe de beranekî mirî dît.


Elî A.

17.04.2020

Moza Adarê



Adar

Mozekê bi çavê wê yî çepê veda.

Nîsan

Dawiya Nîsanê çavê wê yî çepê kor ma.

Gulan

Şazdehê Gulanê kete behrê.

Payîz

Ji behrê derket.

Zivistan

Laşê wê sar dibû û bêriya biharê dikir.

Adar

Berçavka xwe xist çavên xwe û derket der ve. Sê çar gav avêtin û berguhka xwe xist guhên xwe.

Nîsan

Go; çavên min î rastê diêşin û giriya. Bav wê bir nexweşxaneyê.

Gulan

Ji nexweşxaneyê derket. Go; ka ji min re Borges bixwîne.

Payîz

Go; em herin ber behrê. Hingulîska xwe xist tiliya xwe û derketin.

Zivistan

Laşê wê sar bûbû, go; em ê goşt bixwin.

Havîn

Xwe avêtin behrê li ber pêlan ketin û çûn.

Îlon

Yekê Îlonê laşên wan dîtin.

Çarê Îlonê ew şûştin.
Şevê ew veşartin.
Êvara înê li ser wan dan girî.


                                                                                            Elî A.

13.04.2020

G.Beg


                                                           
                                                                 G. Beg


-derew

Di binê holikê de bi rabûnê re goşiyek tirî di navbera serê wî û textê ku çepûrast bi sitûnê kêlekê ve hatibû kutan pelçiqî, pê re çend pelên dêliyê ku xwe bi dîwarê hewşê ve berdabû  rewitîn. G. Beg, bi wecê gû di nava wê qerepêlê de xwe hişk çengî wî kir, bi hev re şewişîn, bi erdê re tepisîn. Şêraniya hebikên tiriyê di binê wan de eciqî li ser qutên wan ên tazî diherikî. Îja jî tiştê ku îmana G. Beg jê dibir li wan qewimî bû. Jina wî bi nerîna şibakeya mitbaxê re çengî bernigê bû, potê destê xwe yê şil xweşlêhati bi derên qut ên mêrê xwe dida. Ji hilmleziya firnikên pozê G. Beg ku vedibûn xuya bû qelpaxa serî hebûya wê biavêta. Jina wî ket piya li ser kursiyekê de rûniştan û da niga û çû.  Harûn di ber xwe de dida sixêfan, yekcar destê xwe di satila avê de dadikir û di canê xwe dida. G. Beg bi engirrîn bendemayê jina xwe bû ku jê re qutikekî din bîne. Lebitî bi çend gavan meşiya hundir, barebar pê ket.

 “Û tew tu, ne tu bî, ne jî wî tiştê tê bînî.”

Harûnê ciwan ku beriya teqawidiya G. Beg bi hev re di karekî de dixebitîn ji liv û bivên wî neheyirî. Bîstekê li pevçinîna wan sekinî.

“Ne her roj e lê carinan har dibe diazire.”

Nûra jina G. Beg piştî vê gotin û gilî û gazina kurt bi şortukekê hebên tirî yên li erdê pelçiqîbûn mala, G. Beg li devê derî kumê nimêjê da serê xwe û bi çavan nîşanî Harûn kir ku derkevin. Di kuçeya ku rast diçe beyariya cihê lîstika zarokan, ji dawiyê de topek li bedena wî ket, daqûl bû, heta ku kevirê destê xwe avêt, zarokan toz û dûxan bi xwe bibilandin. Dîsa çend peyv kir. Destê xwe yê rastê heta gihayê dawşand nava pişta xwe, meşiyan kuçe derbas kirin.

“Ez di gûmana mirina xwe de me û hîn jî min çu tişt ji vê pîrekê fêm nekiriye. Lê ku min dest ji kar kişand û pê ve qinyata vê xurt e li ba min. Tu dizanî jixwe; ma ne ji ber tiştên wilo bûn ku min terka kar kir. Carna dixwazim Nûrê ne jina min lê dergistiya min bûya, -gûmana min tê de nare- hingî me yê zêdetir rêz li hev bigirta, a rast min ê wêdetir qedrê wê bigirta. Orrat, ka ez li ser te bibêjim, heke tu bi yeka wilo jîr û bîrbir re bûyayî tê da’wa kîjan bikira, jin yan jî dergistî? Bêgûman dê kêşe û arîşe dîsa hebin. Bi xwedê kî tu dibê kîjan, tu dibê kîjan? Baş e, zewac xweş e lê ne ji min re. Orrat, ka lê heta ez li ser kar bûm meseleyeke min î wiha tunebû, ez ji wê aciz bûm û vê yekê baş dizanim ku Nûrê jî ji min.”

Harûn serê xwe dirêj dike, li nivîsên ser otobisan dinêre hê û pê re pê re, dibêje; “Va ye otobisa Zoxê hat.”

M.S.