14.05.2020

Qesrên Spî

Diya min:

Dehleke tije xox û teraqî ye.

 

Pîrka min:

Ka wê zarokê bide min, baran li ser tariyê dibare.

 

Li derdora xwe meyizand tu kes nîn e, ne lat hiştin ne çiya hiştin. Rastî dareke berûyê hat.

 

Qudbê:

Marek di çavê wê de leqiya û winda bû.

 

Sirîncik:

Zilamek navê gund jê re dibêje.

 

Qesrên spî:

Bi rêzê ne, diberiqin. Gavên xwe ber bi qesrên spî ve davêje û bi dehan mar bi ser wê de tên.

 

            Dibêje dehleke tije xox û teraqî bû, diya min li pey min bû û giha min. Çûm cemê ka zaroka xwe bide min baran li ser tariyê dibare. Min li derdora xwe meyizand, tu kes nîn e, min ne lat hiştin ne çiya. Rastî dareke berûyê hatim. Di bin wê darê de zilamekî got ez ê te bibim mala me, tu birçî yî. Na ez ne birçî me, li kû me? Ew alî Qudb e ev alî Sirîncik e. Marek di çavê min de hejiya û winda bû. Qesrên spî diberiqandin, ez jî bi gavên xwe û bi tavê ber bi wan qesran ve diçûm. Bûbûn rêzik. Min tu carî tiştekî wilo neditîbû, maran pêşiya min asê kirin.

 

Du jin:

Li cem tirba diya min û pîrka min du tirban dikolin. Ew kî ne keçê? Ew diyên şehîdan e. Kî şehîd? Ne yên me ne, zilamên wan ditirsin ku werin. Ev her du hatine. Gelek kes hatine kuştin.

 

Tirb:

Diçim nêzîkê tirban, keçikeke şeş-heft salî rûyê wê vekirî xistine nava tirbekê. Yek ji wan tirba diya min vedike, axa li ser rûyê wê paqij dike. Tê rûyê min maç dike.

 

         Dibêje jinbira min li wî çemî qedeh dişûştin, em çûn nav wê dehlê. Rastî dê û bavê xwe hatibû, meşiyan, dê hat bav nehat.


Elî A.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Hûn dikarin li vir binivîsin.