28.05.2020

Dilbazik


Hatim dawiya hukmê xwe. Di ku re hatim, çawa hatim nizanim. Yeka min bû yek. Yeka min bû yekeke mezintir. Çavê yeka min ne li duduyên wan bû, ne jî duduyên çavên min li yeka wan. Min di ber xwe neda lê va ye dîsa li vir im. Bi xwe re me, di xwe re me. Berî niha bi kinberekê sor bûm ji sorê laşxwêdanan. Piştî niha bi serberekê xwîn bûm ji xwîna  laşberatan. Birîndar bûm, birîna'm kur nenale. Ew sitran hat bîra we?  Nehatibe bîra we bînin bîra min, ezê wextekê ji we re behsa çîroka wê bikim. Carekê yekî gotibû; sitranên birîndaran ji birînên wan bêhtirin. Min bawer kiribû, hûn jî bikin. 

Zinggînî ji ber guhê min tê. Dikevim. Ezê ji we re behsa wê zinggîniyê nekim, jixwe hûn zanin. Tirs digire ser min. Ezê ji we re behsa wê tirsê nekim, jixwe hûn karin. Û xew dikeve ser çavê min. Ezê ji we re behsa wê xewê nekim, jixwe hûn neşiyarin.  

'Tê bimrî' dibêjin. 'Ne îro be, sibe' dibêjim. 'Tu li nebûna xwe digerî' dibêjin. 'Ne li vir be, li wir e" dibêjim. Dihulkimim. Dikevim. Nehulkimim dibazim. Ne tenik û dilsazim. Dilbazim. 

Direvim. Direşînim. Guleyan li eniya wan dinexşînim. Bo li ser vê av û axê baxên gulan birêsmînim. Zûha dibim. Dibe helkehelka min. 'Ne îro be, sibe. Ezê ji wan re vê bêjim' dibêjim. 'Çavê yeka min ne li duduyên wan e, ez yeka xwe bi xwe re direvînim, nebe dudu jî wê bibe yekeke mezin' dibêjim.  

Dinêrim. Tên. Ji pozên çiyan tên xwarê. Qefle bi qefle dihêlhêlin. Şêhlewiya qamçiyan li paqên hespikan dişerqînin. Guleya ewililîn dajom  devê namlûyê. 'Ezê nerevim' dibêjim.

Mesûd Qeya

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Hûn dikarin li vir binivîsin.