Adar
Mozekê bi çavê
wê yî çepê veda.
Nîsan
Dawiya Nîsanê
çavê wê yî çepê kor ma.
Gulan
Şazdehê Gulanê
kete behrê.
Payîz
Ji behrê derket.
Zivistan
Laşê wê sar dibû
û bêriya biharê dikir.
Adar
Berçavka xwe
xist çavên xwe û derket der ve. Sê çar gav avêtin û berguhka xwe xist guhên
xwe.
Nîsan
Go; çavên min î
rastê diêşin û giriya. Bav wê bir nexweşxaneyê.
Gulan
Ji nexweşxaneyê
derket. Go; ka ji min re Borges bixwîne.
Payîz
Go; em herin ber
behrê. Hingulîska xwe xist tiliya xwe û derketin.
Zivistan
Laşê wê sar bûbû,
go; em ê goşt bixwin.
Havîn
Xwe avêtin behrê li ber pêlan ketin û çûn.
Îlon
Yekê Îlonê laşên
wan dîtin.
Çarê Îlonê ew
şûştin.
Şevê ew
veşartin.
Êvara înê li ser
wan dan girî.
Elî A.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
Hûn dikarin li vir binivîsin.