yek
îro la’d e û bi meriv re nayê der, dixwazim xwe bi guhdariya
kilama ko bi bîr naynim bikujim. xewna min î surra bê, donê bi kîloyan tê
firotan, kîvroşkê xwe li siya şêlimokê daniye, me kir nekir tiştekî me neçû
serî. ev kî ji we dizane bi meseleya cinê ko carê dibe marê zer, av, zilam,
kitêb, zimzim, pêlav, pisîka reş, cama meyê, balçîmok, saqî, destê li ser
erebeya qelibî, debok, (merivekî me ji binxetê behsa cin dikir û digo bes li
debokan dixe yan jî dixe debokan) sûretê
cin yê mohra wî li ser sêrê ye kîjan e kes nikare pê bi derziyê? sekna di xirecirê
de, çiprîskên berbijor ve, hişê bi gewde dibe, wê i’toka di dergûşê de digrî
qey navek heye jê re?
dudu
wan miriyên min ên sax î efsane, hezar rehmetiyan li axiriya
wan tînim bi du’ayan. ma qey wê kilamek ji me kêm ba da me behs bikira ko em
bêne bîra hev, te çi lez e siwaro ji te baye!
sisê
Nado, gava gora diya wê dikolan dikir hawar û bi xwe diket “hahoo
pîra zarokê minêêê, ne tu ji kîr têr bû ne ji şekir,” pêda diçû û digo; “diya
min sond û qesem bi navê xwedê aniye hûn tev ji bavê xwe ne.”
wekî em jî tênegihiştin, li dû wan salên ko min bêhemd ava
kelandî bi ser birayê xwe yê biçûk de dakir û lêwik seqet bû min hingî fêm kir
meşa li ser gun çi ye. diya wê jî êdî piştî salan re her û her ji xaltiya wê re
dibêje; “ma zilam doxîna xwe ji hirç re sist dike.” erikkkk!
M.S
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
Hûn dikarin li vir binivîsin.