Ez û tu û yara han. Roja din kevjalan kevz dixwarin, yekê ji me go; na xwe didin tavê li ser xurrê, dûv re pisîkê kevjalek dikeritand. Hebe nebe navê vê çîrokê wê ‘pisîka kevjal dikeritand’ be. Min nego, ez nabêjim, ez ê nabêjim jî ji kê re derd be bila ew ji me û xwe re lêke. Bila ev cinaset nikaribe bi zimanê xwe û bibêje min te çi tê de kir. Hinde sal in em çaverê ne ko wê av der bibe da cuh tije bibin. Carê têra kerê bû îro kî qantirekî têrêm û têrav bike wê bi deqa gunê xwe bazde ser wan, pîîîî ma çi ji qantir avis dibe.
Welato weyy welato min eşq kir du felqe yek jê para te ye.
Heşayî haziran ên li ser kîrê xwe veketî kî ne, pir in. Reqê avê leqleq e lê ka
wî şempazeyê xwe li qotê darê kil dike. Otereyêpêncquruşêberdayî saleke temam dîsa
bi tahtê re berda. Her kes îja pê serwext e bê ka wî camûşê sêsed kîlo ji ber
girara kê li erdê bû merş, hindik maye em giş bi hev re wî bi nanê ceh ê
kûçikan û bi berateyên dewaran bikujin û nala eyarekî dagirtî deynin ber deriyê
mirîşoya mizgeftê ji bo her carê salixan
ji vî alî bi de miriyekî nû.
Bila berî bike barebar û bye bye bike ji dinyaligê- hay jê
hebe ko kevirê wî diavêt wa ye di dawa şeytên de ye.
M.S.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
Hûn dikarin li vir binivîsin.