Saet çarê şeveqê:
Ji xew rabû û çû
midbexê di nîvê midbexa xwe de beranekî gurandî dît.
Saet pêncê şeveqê:
Ji nav cihê xwe
rabû çû midbexê liqayî beranê gurandî hat.
Saet şeşê şeveqê:
Derî lêxist. Go;
“ew kî ye?”, go; “Ez im”. Çû derî vekir, yekî por qijolî keniya û go; “Ka beran?”.
Go; “Bise, va tînim.” Çû midbexê, li beran geriya lê nêdît û hat go; “Xuya
nake”.
Saet dwanzdehê nîvro:
Derî lêxist. Go;
“ew kî ye?”, go; “Ez im”. Çû derî vekir, ewê por qijolî keniya û go; “Ka
beran?”. Go; “Bise, lê dimêyzênim û têm.” Çû midbexê, li beran mêyzand û hat
go; “Xuya nake”.
Saet heştê êvarî:
Ji midbexê
rahişt sêvekê û li ser beran rûnişt.
Saet nehê êvarî:
Ji midbexê
rahişt kêrekê û li ser beran rûnişt.
Saet yekê şevê:
Derî lêxist. Go;
“ew kî ye?” gotin; “Em in”. Çû derî vekir, ewê por qijolî û çendek din lê
mêyzandin û pirsîn; “Ka beran?” Go; “Bisekinin”. Çû midbexê û rahişt kêra li
ser beran û hat, go; “Va ye.”
Saet duyê şevê:
Di nava xwînê de
bû.
Saet sêyê şevê:
Xwe tazî kir û
ket nav cihê xwe.
Saet çarê şeveqê:
Ji xew rabû û çû
midbexê di nîvê midbexa xwe de beranekî mirî dît.
Elî A.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
Hûn dikarin li vir binivîsin.