8.08.2020

Çigçigo


Tucarên we hatin ji Şamê dîkno.

Ez. Ez a nizanîbû rûniştina li ser qûnê tiştekî çawa ye, binêrin bê ketiye çi halî. Nig ji ber min çû bi derbekê. Heta li xwe hayê bûm li erdê bûm. Weke kulîya tu nigên wê jêbike û bera peyasê de, ji nig ketim. Li ser piştê vezeliyam. Bûm merş. Dest û piyên min weke kîsoyê li ser piştê biqelibe li hewa çûn û hatin. Firiyam. Difiriyam. Weke bayê tevlî gulonekên berfê bûm. Şemitîm. Bû rê tepika rêxê ji vir û ber bi hêla dinê.  Dişeqitîm. Li ser vê rûkê dinê dibeziyam.  Hil dibûm. Hol dibûm. Çigçigo bûm. Ne li bendî guftûgo bûm. Bi xwe bûm. Li ser xwe bûm. Bi nigên xwe re bûm. Nigên min ne li benda we bûn. Hespên min î rewan bûn. Bezîyan. Çûn. 

Dîkno, qidqidîkno. Azana wan di qirikan de mayîno. Tucarên we hatin ji Tehranê. 

Ez. Ez a nizanîbû hestî bi qûnê ve heye. Binêrin bê ketiye çi halî. Min xwe li ser firotina du dîkan kir. Heqê wan çû ku nizanim. Çend mîtro capûn pê tê? Çend binkirask? Çend bersîng? Huşş bin edebsizno. Mîtroya kefen bi çend paxnota ye gelo? Heqê çend dîkan dike? Nizanim. Ezê nemirim. Dev jê berdin. Hal û hewalê we çi ye gelo? Tu dîk hene hûn li pişta wan siwar bibin? Tu rêx heye hûn li ser bişemitin? Li ser qaçikê bikevin? Ji nik bikevin? Ji piştê bikulin? Çi heye li ba we welatseyranno. Deşt û zozanno. Gelî û newalno. Ho bê siûdno! Hûn li welatê xwe rast hatin gelo? Ji çav de kûrno. Ez hatim. Li welatê xwe û we tev de rast hatim. Di binê binkiraskê min de ye. Kûçikê mêrê min carna lê diewte. Hoşt dibêjim. Venagere. Min ew bi destîbivirekî li erdê rast kir çend wext berê. Li ser ferşikên erda hêwanê. Xwîn pejiqî bû ser kevir. Hat bîra we gelo? Ê min hew tê bîra min. Hişê min nemaye jixwe. Min bibexşînin. Da ez jî ji we re welatekî ji gul û sosinan binexşînim. Şerm e edebsizno! 

Dîkno, pişt palgêhno. Tucarên we hatine ji Bexdayê. 

Ez. Ez a ti carî qûn neda erdê. Binêrin bê ketiye çi halî. Wê biharê. Nêzî adarê. Li rex bêhna gul û gangulokan. Çûm seyranê. Vegeriyam malê. Tucar hatibûn. Li dîkan peledar bûm. Min deriyê êxûr li ser xwe û wan girt. Bû qajewaja piştpalgêhan. Difiriyan. Perîk bi hewa diketin. Şewqa tava berêvarê di taqika êxûr re dida hundir. Dipengizîm li wî diwarî û li vî dîwarî. Difirîyam. Bi perîk, bê perîk. Nig ji ber min çerixî. Bû rê tepika rêxê, ji vir û ber bi welatên gangulokan. Li ser piştê vezeliyam. Hat xwarê perîkên dawî. Bi toz û dûxanê. Li ber şewqa tava nêzî adarê. Weke xeyalan virde dageriya û wirde. Ket xwarê. Çavên min man li şewqa tava berêvarê.

Mesûd Qeya

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Hûn dikarin li vir binivîsin.