13.10.2021

Melodiyek ji êşa min re


Erê, her roj radibim her roj serê xwe dişom her roj yekî duyan dikujim; êdî nizanim min çend kuştine, dibêjin kuştin baranê dirjîne ser şevê berfê dibarîne ser rojê. Ez jî her roj baran û berfê difikirim, serê xwe dişom dîsa difikirim; doh min ji diya xwe lûfik xwest da laşekî dî were, min lûfik kir min du caran lûfik kir deh caran sed caran lê tu fêde nekir. Ji serşokê derketim dîsa ketim serşokê û dîsa derketim heta ku min di serê xwe de yek kuşt sed carî ketim û derketim, na na bi rastî nêzî sed carî ketim serşokê û derketim. Diya min wextî xwe bikuşta, min go’ tu bisekine xwe nekuje wê berf bibare. Xwe nekuşt, bi şev baran ji enterîkên sikakê rijiya.


Elî A.

9.10.2021

Meseleyek lihevnekirî

 

Tu hat ma qey tê nerî. Mêrik li hewanê peyase dikir, min da dest.  -na wer nebêj, ma çawa te da dest. Her çi bû li vir tevlihev bû. Aaaa ev jî bû tevlihevî. Ez ji cakêtê xwe hez dikim nala ê mîr kirêyek bajêr hîç nake tev zanim. Nala pêxwas û guhbelan ji diziriyê re ataxî jî nekiriye. Yadê dibêje; -hey gede (mêrikekî carekê got: ev tu ji wî bajarî yî ko ji zarokan re dibêjin gede) timî paqij û li xwe miqate be. Min wer pê digo ma îja qilêrê bi ku ve min girtiye. Ihhhhh ewqa sal, ka xwezî çawa rave û nîşan bikim ewqa sal, hest bi min ev e ewqas sal têxim dawa xwe û birijînim bi ser çogekî de. Heye yek ji me bibe cigcigo ê din silêmanê dunikil hema ê min nikilek besî min e.

M.S

27.12.2020

ne tu kes e


Ez û tu û yara han. Roja din kevjalan kevz dixwarin, yekê ji me go; na xwe didin tavê li ser xurrê, dûv re pisîkê kevjalek dikeritand. Hebe nebe navê vê çîrokê wê ‘pisîka kevjal dikeritand’ be. Min nego, ez nabêjim, ez ê nabêjim jî ji kê re derd be bila ew ji me û xwe re lêke. Bila ev cinaset nikaribe bi zimanê xwe û bibêje min te çi tê de kir. Hinde sal in em çaverê ne ko wê av der bibe da cuh tije bibin. Carê têra kerê bû îro kî qantirekî têrêm û têrav bike wê bi deqa gunê xwe bazde ser wan, pîîîî ma çi ji qantir avis dibe.

Welato weyy welato min eşq kir du felqe yek jê para te ye. Heşayî haziran ên li ser kîrê xwe veketî kî ne, pir in. Reqê avê leqleq e lê ka wî şempazeyê xwe li qotê darê kil dike. Otereyêpêncquruşêberdayî saleke temam dîsa bi tahtê re berda. Her kes îja pê serwext e bê ka wî camûşê sêsed kîlo ji ber girara kê li erdê bû merş, hindik maye em giş bi hev re wî bi nanê ceh ê kûçikan û bi berateyên dewaran bikujin û nala eyarekî dagirtî deynin ber deriyê mirîşoya mizgeftê  ji bo her carê salixan ji vî alî bi de miriyekî nû.

Bila berî bike barebar û bye bye bike ji dinyaligê- hay jê hebe ko kevirê wî diavêt wa ye di dawa şeytên de ye.


M.S.

30.08.2020

Şêrên Şer

Rahişt nanê xwe, dibêm qey ji wî şerê nav bajêr baz dida. Hevalên xwe yî berê dîtin, silav neda hinekan silav da hinekan. Hevalên wî yên berê bûn, hevalên wî yên dibistanê bûn. Emrê hemûyan bi qasî hevdû bû lê ne li eynî bajarî mezin bûbûn. Yek ji wan li ser textebendekî rûniştibû û du heval jî li her du aliyên wî bûn, xişxişa wê rojnameya ku nan di nav de ye dengê xwe li guhê wî hevalê wî xist. Li hevdû meyizandin, silav nedan hev. Berî wê du deqeyan di nava pasajê de rastî hevalekî hatibû û gotibû; “êdî xelas, ev çi bi te hatiye”. Kenek ji qehra dilê wî ket, kenek ji rûyê wî valabû, kenekî ziravê wî qetand, kenekî xwe avêt rûyê wî. “Êdî xelas, derkeve.” Piştî vê bi pênc deqeyan her du parq derbas kiribûn, ji nanê wî germê bazda û ew sekinî.

Kîsikê di destê wê de xwe qetand û ji nav destê wê xwe berda xwarê. Di wî şerê nav bajêr de ew bacan yeko yeko perçiqîn, xwîn li ser erdê ma.

Nizanîbû çi bike, pariyek ji nanê xwe jêkir û avêt devê xwe. Qirika wî ziwa bûbû, di ber de ne diçû. Hêstir ji çavên wî hatin, ji bêvila wî bihurîn ketin devê wî, qirika wî şil bû û meşiya. Bi meşeke giran, meşeke bêxîret, meşeke tiral, meşeke di nav havînê de meşiya.

Çû dîsa du kîlo bacan kirîn û ji dikanê derket. Ji alikî dî ve çû ber bi malê ve. Nû ji dûrayî ve mal dît beziya, dibêm qey şerê bajêr li wan dera ye hê.

Meşiya ber bi malê ve lê xwe nêzikî tu kesî ne dikir, mala xwe dît meş bûbû ba meş bûbû nermeba meş bûbû reşeba meş bûbû payîz meş bûbû şêr.


Elî A.

15.08.2020

Beranek

Hey diçe serê min mezin dibe, bêhneke xurt hildidim û ew mezintir dibe, hêdî hêdî bêhna xwe berdidim - weke balona kesk a zarokatiya min- qey wisa werma serê min datîne lê êş wek siya dêwekê li wir disekine. Ku serê xwe bileqînim (serê min li ser balgî çik bûye) wê ji dev û pozê min ji guhê min êş birije, ez ê di gola êşa serê xwe de wek miriyekî dirêjkirî bim. Destê sibehê êş xwe êrîşî laşê min dike. Hemî derzên giyanê min jî pê tije dibin. Wek her sibeh (beriya razanê) beranê gurandî difikirim. Ji mehekê zêdetir e çavên xwe pê digirim, tariya çavên min pê sor û spî dibe pêşî, hêdî hêdî cendek cihê xwe ronî dike. Ew tariya bêserûbin xwe dide hev, biçûk dibe û dibe qotîkeke bi derî û pencere (bi min ev qotîk -ode- 17 m2 ye). Ji pencereya wê tav dikeve hundir, ji derî jî tarî, beranê gurandî li nîvê odê dirêj kiriye, qey wî nû danîne wir û ew bi dehan rojan e wek pêykerekî li wir cih girtiye (narize, kurm nakevinê û bê bêhn e), bê xem, bê êş e, xurt e jî, bêriya mirina –kuştina- xwe xweş xwariye. Qey kêf kêfa wî bûye, ji xeynî alif, av û xewê ma wê çi derdê wî hebûya, xwezî di saxiya wî de bibûma qirniya li ser stûyê wî, ji xeynî xwîna germ çi tiştek tunebûya di jiyana min de).

Ew ê her sibeh li ber çavên min ên bixew xwe dirêj bike, ez ê êşa serê xwe bifikirim. Ew ê wek rûyê kurikekî gundî sor û spî bike û ez ê zerikî bibim. Ew ê heta hetayê wek xwe bimîne û ez ê birizim.

Cansu D.

8.08.2020

Çigçigo


Tucarên we hatin ji Şamê dîkno.

Ez. Ez a nizanîbû rûniştina li ser qûnê tiştekî çawa ye, binêrin bê ketiye çi halî. Nig ji ber min çû bi derbekê. Heta li xwe hayê bûm li erdê bûm. Weke kulîya tu nigên wê jêbike û bera peyasê de, ji nig ketim. Li ser piştê vezeliyam. Bûm merş. Dest û piyên min weke kîsoyê li ser piştê biqelibe li hewa çûn û hatin. Firiyam. Difiriyam. Weke bayê tevlî gulonekên berfê bûm. Şemitîm. Bû rê tepika rêxê ji vir û ber bi hêla dinê.  Dişeqitîm. Li ser vê rûkê dinê dibeziyam.  Hil dibûm. Hol dibûm. Çigçigo bûm. Ne li bendî guftûgo bûm. Bi xwe bûm. Li ser xwe bûm. Bi nigên xwe re bûm. Nigên min ne li benda we bûn. Hespên min î rewan bûn. Bezîyan. Çûn. 

Dîkno, qidqidîkno. Azana wan di qirikan de mayîno. Tucarên we hatin ji Tehranê. 

Ez. Ez a nizanîbû hestî bi qûnê ve heye. Binêrin bê ketiye çi halî. Min xwe li ser firotina du dîkan kir. Heqê wan çû ku nizanim. Çend mîtro capûn pê tê? Çend binkirask? Çend bersîng? Huşş bin edebsizno. Mîtroya kefen bi çend paxnota ye gelo? Heqê çend dîkan dike? Nizanim. Ezê nemirim. Dev jê berdin. Hal û hewalê we çi ye gelo? Tu dîk hene hûn li pişta wan siwar bibin? Tu rêx heye hûn li ser bişemitin? Li ser qaçikê bikevin? Ji nik bikevin? Ji piştê bikulin? Çi heye li ba we welatseyranno. Deşt û zozanno. Gelî û newalno. Ho bê siûdno! Hûn li welatê xwe rast hatin gelo? Ji çav de kûrno. Ez hatim. Li welatê xwe û we tev de rast hatim. Di binê binkiraskê min de ye. Kûçikê mêrê min carna lê diewte. Hoşt dibêjim. Venagere. Min ew bi destîbivirekî li erdê rast kir çend wext berê. Li ser ferşikên erda hêwanê. Xwîn pejiqî bû ser kevir. Hat bîra we gelo? Ê min hew tê bîra min. Hişê min nemaye jixwe. Min bibexşînin. Da ez jî ji we re welatekî ji gul û sosinan binexşînim. Şerm e edebsizno! 

Dîkno, pişt palgêhno. Tucarên we hatine ji Bexdayê. 

Ez. Ez a ti carî qûn neda erdê. Binêrin bê ketiye çi halî. Wê biharê. Nêzî adarê. Li rex bêhna gul û gangulokan. Çûm seyranê. Vegeriyam malê. Tucar hatibûn. Li dîkan peledar bûm. Min deriyê êxûr li ser xwe û wan girt. Bû qajewaja piştpalgêhan. Difiriyan. Perîk bi hewa diketin. Şewqa tava berêvarê di taqika êxûr re dida hundir. Dipengizîm li wî diwarî û li vî dîwarî. Difirîyam. Bi perîk, bê perîk. Nig ji ber min çerixî. Bû rê tepika rêxê, ji vir û ber bi welatên gangulokan. Li ser piştê vezeliyam. Hat xwarê perîkên dawî. Bi toz û dûxanê. Li ber şewqa tava nêzî adarê. Weke xeyalan virde dageriya û wirde. Ket xwarê. Çavên min man li şewqa tava berêvarê.

Mesûd Qeya

31.05.2020

Derî û çend laş

Ma tê bikarîbî gaveke biavêje? Erê, ez dikarim biavêjim. Ka naxwe biavêje. Va min avêt. Li wê mala hestûyan didin pisîka mirî, li wê mala birincê dideynin ber pisîka mirî her roj çend hezar gav diavêtin. Gerek diket nav lingên wan lê ba ew dihilkişandin, ew bayê ku êdî ew bixwe jî ji sirr û seqema xwe aciz bûbû.

Ji xew rabûn taştiya xwe hazir kirin û li ser sifriyê rûniştin, hêkên xwe li hev xistin û hinekî keniyan. Dîsa ceribandin ka wê bikaribin derkevin derve an nikaribin. Neynûkên pisîkê jî hew dirêj dibûn û ji birinc û hestûyên li ser cilikê jî bêhn dihat.  Va min avêt. Ka te çilo avêt? Meyizîne. Meyizand û şingêniyek ji derî hat.

Firavîna wan pelên silka bûn. Cilik di şibakê re daweşand, ew laşê ku rizî bûbû xwe xelas kir. Hilmek hat laşê wî, bayekî xwe bi qirika wî girt û pel li dora wî kombûn. Divê dîsa ceribandibane, hê du heqên wan î din hebûn. Derî vekirin, li hevdû meyizandin û ketin hindûr. Şingêniya derî li dengê melê ket.

Ez ê niha derkevim. Ka derkeve. Va derdikevim. Tê tenê derî veke. Xwe ceriband û sê caran derî vekir û asê kir, çû çaya xwe vexwar. Di şîvê de pîvaz xwaribûn û niha ew çaya ku vedixwarin bêqey ji wan re bûbû dar bûbû bexçe bûbû çiya û ser dilê wan germ dikir.

Elî A.



28.05.2020

Dilbazik


Hatim dawiya hukmê xwe. Di ku re hatim, çawa hatim nizanim. Yeka min bû yek. Yeka min bû yekeke mezintir. Çavê yeka min ne li duduyên wan bû, ne jî duduyên çavên min li yeka wan. Min di ber xwe neda lê va ye dîsa li vir im. Bi xwe re me, di xwe re me. Berî niha bi kinberekê sor bûm ji sorê laşxwêdanan. Piştî niha bi serberekê xwîn bûm ji xwîna  laşberatan. Birîndar bûm, birîna'm kur nenale. Ew sitran hat bîra we?  Nehatibe bîra we bînin bîra min, ezê wextekê ji we re behsa çîroka wê bikim. Carekê yekî gotibû; sitranên birîndaran ji birînên wan bêhtirin. Min bawer kiribû, hûn jî bikin. 

Zinggînî ji ber guhê min tê. Dikevim. Ezê ji we re behsa wê zinggîniyê nekim, jixwe hûn zanin. Tirs digire ser min. Ezê ji we re behsa wê tirsê nekim, jixwe hûn karin. Û xew dikeve ser çavê min. Ezê ji we re behsa wê xewê nekim, jixwe hûn neşiyarin.  

'Tê bimrî' dibêjin. 'Ne îro be, sibe' dibêjim. 'Tu li nebûna xwe digerî' dibêjin. 'Ne li vir be, li wir e" dibêjim. Dihulkimim. Dikevim. Nehulkimim dibazim. Ne tenik û dilsazim. Dilbazim. 

Direvim. Direşînim. Guleyan li eniya wan dinexşînim. Bo li ser vê av û axê baxên gulan birêsmînim. Zûha dibim. Dibe helkehelka min. 'Ne îro be, sibe. Ezê ji wan re vê bêjim' dibêjim. 'Çavê yeka min ne li duduyên wan e, ez yeka xwe bi xwe re direvînim, nebe dudu jî wê bibe yekeke mezin' dibêjim.  

Dinêrim. Tên. Ji pozên çiyan tên xwarê. Qefle bi qefle dihêlhêlin. Şêhlewiya qamçiyan li paqên hespikan dişerqînin. Guleya ewililîn dajom  devê namlûyê. 'Ezê nerevim' dibêjim.

Mesûd Qeya

24.05.2020

çîrokên mînîmal - 2


yek

îro la’d e û bi meriv re nayê der, dixwazim xwe bi guhdariya kilama ko bi bîr naynim bikujim. xewna min î surra bê, donê bi kîloyan tê firotan, kîvroşkê xwe li siya şêlimokê daniye, me kir nekir tiştekî me neçû serî. ev kî ji we dizane bi meseleya cinê ko carê dibe marê zer, av, zilam, kitêb, zimzim, pêlav, pisîka reş, cama meyê, balçîmok, saqî, destê li ser erebeya qelibî, debok, (merivekî me ji binxetê behsa cin dikir û digo bes li debokan dixe yan jî dixe debokan)  sûretê cin yê mohra wî li ser sêrê ye kîjan e kes nikare pê bi derziyê? sekna di xirecirê de, çiprîskên berbijor ve, hişê bi gewde dibe, wê i’toka di dergûşê de digrî qey navek heye jê re?

dudu

wan miriyên min ên sax î efsane, hezar rehmetiyan li axiriya wan tînim bi du’ayan. ma qey wê kilamek ji me kêm ba da me behs bikira ko em bêne bîra hev, te çi lez e siwaro ji te baye!

sisê

Nado, gava gora diya wê dikolan dikir hawar û bi xwe diket “hahoo pîra zarokê minêêê, ne tu ji kîr têr bû ne ji şekir,” pêda diçû û digo; “diya min sond û qesem bi navê xwedê aniye hûn tev ji bavê xwe ne.”

wekî em jî tênegihiştin, li dû wan salên ko min bêhemd ava kelandî bi ser birayê xwe yê biçûk de dakir û lêwik seqet bû min hingî fêm kir meşa li ser gun çi ye. diya wê jî êdî piştî salan re her û her ji xaltiya wê re dibêje; “ma zilam doxîna xwe ji hirç re sist dike.” erikkkk!


M.S


15.05.2020

Beşek ji Dîwana Nalî




                                                                Deng: Cansu D.

14.05.2020

Qesrên Spî

Diya min:

Dehleke tije xox û teraqî ye.

 

Pîrka min:

Ka wê zarokê bide min, baran li ser tariyê dibare.

 

Li derdora xwe meyizand tu kes nîn e, ne lat hiştin ne çiya hiştin. Rastî dareke berûyê hat.

 

Qudbê:

Marek di çavê wê de leqiya û winda bû.

 

Sirîncik:

Zilamek navê gund jê re dibêje.

 

Qesrên spî:

Bi rêzê ne, diberiqin. Gavên xwe ber bi qesrên spî ve davêje û bi dehan mar bi ser wê de tên.

 

            Dibêje dehleke tije xox û teraqî bû, diya min li pey min bû û giha min. Çûm cemê ka zaroka xwe bide min baran li ser tariyê dibare. Min li derdora xwe meyizand, tu kes nîn e, min ne lat hiştin ne çiya. Rastî dareke berûyê hatim. Di bin wê darê de zilamekî got ez ê te bibim mala me, tu birçî yî. Na ez ne birçî me, li kû me? Ew alî Qudb e ev alî Sirîncik e. Marek di çavê min de hejiya û winda bû. Qesrên spî diberiqandin, ez jî bi gavên xwe û bi tavê ber bi wan qesran ve diçûm. Bûbûn rêzik. Min tu carî tiştekî wilo neditîbû, maran pêşiya min asê kirin.

 

Du jin:

Li cem tirba diya min û pîrka min du tirban dikolin. Ew kî ne keçê? Ew diyên şehîdan e. Kî şehîd? Ne yên me ne, zilamên wan ditirsin ku werin. Ev her du hatine. Gelek kes hatine kuştin.

 

Tirb:

Diçim nêzîkê tirban, keçikeke şeş-heft salî rûyê wê vekirî xistine nava tirbekê. Yek ji wan tirba diya min vedike, axa li ser rûyê wê paqij dike. Tê rûyê min maç dike.

 

         Dibêje jinbira min li wî çemî qedeh dişûştin, em çûn nav wê dehlê. Rastî dê û bavê xwe hatibû, meşiyan, dê hat bav nehat.


Elî A.

10.05.2020

SÛRÎ MEXDÛRÎ

Cara duyem min ew di trêna Diyarbekir-Batmanê de dît. Şalê wî yê ku pê de dadileqiya, berstûka xirqeyê wî yê li  nav piştê diket şipêtê yekî dilê wî ji dinyayê sar pê dixist. Gava di ber min re derbas bû qeytanên pêlava wî bala min kişandin. Her yek bi aliyekî de pê re xwêr dibû diçû. Tekane pirsa di hişê min de ev bû: Gelo zarokek bêhemd pê li qeytanan bikira, dê nelikumiya li erdê neketa? Çi pê hat nizanim. Dengê wî yê ku digot, “Sûrî mexdûrî, sûrî mexdûrî…” li nav trênê olan dida. Jinika li palgeha çepê destê xwe li kesê(n) ku min ew nedidît(in) li ba dikir. Qîjînek bi trênê ket. Min destê xwe danî ser pêteka aliyê rastê ku hewaya germ jê bilind dibû. Zivistan dihat, herhal.

Navê wî Mevlüt Çayırçimen bû. Ji her kesî re digot ku navê wî Bavê Welat e. Piştî dîtina duyem bi du sê mehan gava ez bi tesadifî çûm marketa wî ya li kêleka Cada Batmanê ya bi navê Afrin Market, nasnameyek nîşanî min da û diyar kir ku ew nasnameya wî ya li Sûriyeyê bûye. Abdelwahhab Yousuf dinivîsî tê de. Di 1979an de li Efrînê çêbûye. Fotrafekî wî yê bîstsaliyê li ser bû. Min bihîstibû ku rejîma Sûriyê nasname nedida kurdan. “Na”, gotibû wî. “Dida, lê nedida her kesî.” Wisa bawer kiribû ew evdekî xas e, qudreteke wî ya nehênî heye. Behs kir ku çawa li Binxetê gelek nexweşiyên xelkê pak dikirin tevî ku di heyata xwe de neçûbû mektebê jî. Ecêb mabûm. Min rahiştibû pakêta cixareya xwe, nimareya telefona xwe dabû wî û ji marketê derketibûm.

Gava min ew dît, di trênê de carê li ber hin kesan disekinî, bi zimanekî diaxivî ku nedihat famkirin ka kurdî ye, erebî ye, tirkî ye. Tiştê min fam kirî qala mexdûriyeta xwe dikir, qala perîşaniya xwe ya ew û kom û kulfetên xwe tê de ne. Li welatê wî şer bû, qiyamet bû, mala wî xira bûbû, derbeder bûbû hatibû vira. Êdî nikaribû bi şûn de jî vegeriya, vê carê jî tirsa wî ji rêveberiya kurdan bû. Gelek kesan mehdê xwe pê tirş dikir, kêm kesan hin pereyên hûr derdixistin didanê. Li ber min nesekinî, derbas bû çû. Kalemêrê li hember min dest pê kir çend xeber ji bo kesên Sûriyê gotin. “Onlar burda oldukça bize rehet yox.” Destê xwe li ba kiribû. Bi kurdî nepeyivîm. Tirsiyam ku bêje tu jî sûrî yî. Berî çendekê ji ber ku li firneyê min bi kurdî du nan xwestibûn, mişteriyê di dorê de ji min pirsîbû qey ez ji Sûriyeyê me. “Na” min gotibû û derketibûm, “ez ji quzê ca te me.” Deng nizmtir dibû.

Bismiliyan tu carî ferq nekir Mevlüt Çayırçimen kengî hat bajarê wan. Pîrekeke li dor heftê salan ya ez pê re peyivîm ji min re got wextê mehseran bû, şev nîvê şevekê hatibû li mala kêleka wan bi cih bûbû. Çend şevderên mehlê dîtibûn ku heta azana sibê eşyayên xwe bar kiribûn malê. Şêniyên mehlê hîn jî wê serê sibehê bi xemgînî bi bîr tînin ku dîkên hewşa wan azan nedidan lê digiriyan. Kesî heta roja îro jî sebebekî maqûl ji bo giriyê dîkan peyda nekiriye, ji bilî Hidayet Xanimê. Xwediya xaniyê Çayırçimenan.

Her wekî me li hev kiribû, tam di saet dozdeh û nîvan de li ber deriyê hewşa wan bûm. Keçikeke biçûk derî vekiribû û berev malê çûbûm. Gava min di ser derazînkê re gav kiribû, ji ber cotek nigê dîkan yê bi ser derî ve dardakirî sawê ez girtibûm. Ketibûm hêwana mezin. Hidayet Xanim tam li hemberî min bû. Serê wê bi ser milê wê de tewiyayî, xilmişîbû li ser paldanka xwe. Kêliyekê bala min çûbû ser kumikê wê, nikilê wê bêhesab dirêj dibû ber bi min ve. Heta lê warqilîm ku ew kumik û nikulê peykerê li pişt serê wê ye, keçika biçûk got, “Nene” û çoka wê hejand, “mêvanê te li vira ye.” Ji binê bîreke kûr gazî wê dikirin. Şiyar be, digotin ji bo wê, wexta civanê ye. Veciqînekê pê girt, serê wê bê hemd lerizî. Bedewa di tabloyê de şiyar bû, li min nihêrî û bişirî. Lê min digot qey digirî û hêstirkan dibarîne. Temenê wê gihiştibû şêst û sisêyan.

“Ahha, cano tu hatî?”

“Belê” min gotibû hinekî bi fedîkarî, “efû Hidayet Xanim, me tu ji xewê kirî.”

“Hîç ne mesele ye berxê min, tu zanî êdî ji min jî derbas bû, hema li ku zeft bikim serî berdidim xewê ahhaha. Lê tu li ser xewna xwe hatî. Ka rûnê, ez qal bikim.”

“Xêr be înşela.” Min got, gava li palgeha wê nîşan dayî rûniştim.

“Xêr e yan guneh e tu paşê bêje,” got û ji keçika biçûk du qehwe xwestin. Wê jî wek min ji qehwa tehl hez dikir. “Li dîkê xwe siwar bûbûm û çûbûm Mexribê. Tu navê wî nizanî ne wisa? Baranbaro. Axx, her ku navê wî hildidim êşek li kevçika dilê min dikeve. Min berî wê xewneke din dîtibû. Her wekî niha li vir xilmaşî bûm. Gava min çavê xwe vekiribû Evdirehîm Begê min li cihê te rûniştî bû. Dibeşişî, ez jî pê re dibeşişîm. Çiqas wext derbas bû nizanim, gava rabû perîkek ji ber dîkê xwe kir, da min. Jê re digot Rewandaro, axx te bidîta çi beza bû. Temî li min kir ku ez sibê biçim Mexribê ziyareta wî. Gava şiyar bûm ew ne li ber serê min bû lê gava min kulma xwe vekir, ew perîk di mista min de bû. Roja din min haziriya xwe kir, li Baranbaro siwar bûm û sê roj û sê  şevan min rê pîva. Evdirehîm Beg li ser Rewandaro li ber derwazeyê bajêr li benda min bû. Kêfa wî hat bi perîka di nav guliyê min de. Ez birim bi maliyan dam naskirin. Ketim nav bezm û şahiyeke min di heyata xwe de nedîtî. Piştî sê roj û şevan me destûr xwest ku em biçin hinekî li derveyê kelehê jî bigerin. Bavê Evdirehîm Begê min destûr da lê bi şertê ku em nêzî golegeniyan nebin û xwe ji wan dûr bixin. Me got ser çavan, em li dîkên xwe siwar bûn û derketin. Evdirehîm Begê destê xwe da ber guhê xwe û kilamek lê kir. Bajarê Mexribê li ser sêsed û şêst û şeş qapiyan e… Geh bi ramîsanan, geh bi revokiyê, geh bi xwarina sêv û hirmiyan, vir de wê de em çûn hatin heta em ji golegeniyan derketin. Dîkên me jî tî bûbûn û helhehelka wan her ku diçû zêdetir dibû. Min xwest Baranbaro û Rewandaro ji ava golê vexwin. Begê min qebûl nekir û xwe neda ber. Li ber geriyam û ketim xulqê wî. Xwe mecbûr hîs kir herhal, ez ji bo wî çûbûm heta welatê wî lê wî xwe nedida ber xwestineke wisa biçûk jî. Axir bê dilê xwe be jî qebûl kir û me dîkên xwe berdan. Bêsekin ji ava golê vexwarin heta zikê wan werimî û hat wê merhalê ku biteqe. Me dest pê kir bi çar dilan em giriyan. Qîrîna me di nav bajêr re derdiket. Bajar li serê me kom bû, dengê bavê Evdirehîm Begê ji dûran ve bilind dibû, digot, lalawo ma min li we nekir temiya, dûr bin ji ava golegeniya. Ji ber ku me bi ya wî nekiribû em ji welatê Mexribê qewirandin. Piştî qonaxa sî û sê şevan em gihiştin Bismilê. Gava te şiyar kirim, ez û Evdirehîm Beg li vê hêwanê bûn û ji ber giriyê me kirî çavê me rijiyabû.”

Hidayet Xanimê firtek ji qehweya xwe hilda û dest bi girî kir. Ez jî pê re kelogirî bûm, dîkek di nav serê min de bêfesal bang dida. Piştî ku dilê xwe têr li girî rehet kir, ket çepilê min û ez ber bi fotrafekî mezin ê li dîwêr ve birim. Fotrafekî wesîqe yê reş û spî bû ku tê de mêrikekî bi şaşik û simbêlzirav ji kêlekê ve xuya dikir. Awirên wî di dûrahiyê de cit bûbûn, bi meraq dinihêrî. Wê ji min pirsî ka min ew camêr nas kir yan na. Na, ma min ê ji ku nas bikira.

“Evdirehîm Beg, mêrê min. Tekane fotrafê li dû wî mayî. Di vî fotrfafî de sî salî wan e. Siba ku mir Rewandaro jî li pey wî mirar bû. Cara pêşî wê hingê dîkên bajarê me giriyan lê tu kes pê nehisiya. Ji xeynî min.”

“Lê min ev nas kir, ev tu yî.” Min tiliya xwe danî ser fotrafê biçûk ê li kêlekê. Bejna wê her wekî niha çik û zirav bû. Destên wê li ser kembera wê, li min dinihêrî.

“Te pê derxist. Erê ez im. Tekane fotrafê min ê li dû min bimîne. Lê dîkê min ne bi min re lê berî min mir. Tu zanî çawa?”

Sibeha ku Mevlüt Çayırçimen mala xwe bar kir, Baranbaro mir. Dîkên Bismilê cara duyem wê çaxê, li pey dîkê Hidayet Xanimê giriyan. Ew negiriya, tenê xwe reş pêça û nigên dîkê xwe jê kirin, bi ser deriyê malê ve daleqandin. Wisa bawer kiribû wan nigan dê ew û mala wê ji musîbetên xirab biparastina. Nigan ew parastibûn yan na nizanim, lê pir eşkere bû ku reşpêçanê ew bedewî û esaleta di fotrafî de her mîna berê hiştibû.

“Tu birçî yî ez zanim,” Hidayet Xanim cardî ket çepilê min û ber bi odeya xwarinê ve birim. “Qîza min ji bo te mirîşkên nekelek çêkirine. Ne wisa Hale?”

Min navê qîza wê bihîstibû, digotin gelekî bedew e, lê cara pêşî min ew didît. Nizanim çima lê zêde min xwe fedîkar û mehcûb hîs kir li ber Haleyê. Baştir bû ku bêdeng bimama û zoq li wê nenihêriya.  

“Zanî canê min,” Hidayet Xanimê berî xwarin li ser maseyê bê raxistin parçeyekî goşt dirêjî min kir, “Goştê mirîşkên nekelek zêde çir in, merev çiqas bikelîne jî ji hev nabe.”

Wekî ku ev agahiyeke nû be, min di telefona xwe de wekî noteke muhîm nivîsî ku heye rojekê bi kêrî min bihata. Dema mase hat raxistin, mêrê Haleyê jî hat. Min Mûsa gelek caran dîtibû li nav bajêr lê tenê silav û merhebaya me hebû. Qehwa wî ya dîkan ya li hala gund bûbû cihê şahî û bezmê ji bo kesên rojeva wan li ser dîkan bû.

Min Çayırçimen cara yekem li Qehwa Dîkan a Mûsa dît. Wî jî dîkê xwe anîbû û berdida şer. Berevajî carên ku min ê ew bidîta, bi tirkî dipeyivî. “Amina qoyim”a wî ya li pey sê çar peyvan carê dihat, di nav bangên dîkan re bilind dibû. Baweriya min bi dîkê wî nehatibû, pereyê ku min ji bo dîkekî din danî orteyê bi zêdehî li min vegeriya. Dîkê wî di nav xwînê de mabû. Çend kesên li wir ên min ji wan pirsîbû tu agahiyek li ser Çayırçimen nedabûn, lê tiştê li ser hemfikir bûn ew ji cihekî dûr hatibû û xerîbê van deran bû.

Wê roja ku ji trênê peya bûm bi hefteyekê min Çayırçimen cardin dît. Ev cara min a sêyem bû. Gava dengê “eskici, eskici…” hat guhê min, min rahişt sobeya malê ya kevn û daketim xwarê. Ew bû. Bûbû eskîcî. Gava min jê pirsî gelo rast e kesên ji Sûriyê yên li Bismilê li kevnikkirên Bismilî xistine û piyaseya kevnikan xistine destê xwe, got, tobe heram be ku rast be û xeberan got ji bo kesên ku van gotinan dixin stûyê wan. “Em îşê xwe dikin bira,” wî ji min re gotibû, “Lê Bismilî nahewin, dibêjin illim gere kes ji me pê ve tu emelî neke.” Gava hinekî dûr ketibû, cîrana me ji şaneşînê dest bi gazinan kiribû. Li gor wê ji ber kesên Sûriyê êdî tu kar bi destê xelkê nediket; kêf kêfa wan bû, dewlet li pişta wan bû lê li Efrînê, li Binxetê kurd ji birçînan dimirin, mala wan xira dibû, perîşan bûn; bila bicehimiyana biçûna welatê xwe; ma çend sed xortên Bismilê çûbûn Binxetê ji bo wan şer kiribûn lê ew hatibûn li vir li rehetiya xwe dinihêrîn?.. Min tiştek negot, tenê ecêb mam ku ew heyranî û alîkarîya bo penaberên Sûriyê ya demekê çawa veguheriye kîn û nefretê.

Li ser xwarinê min ji Hidayet Xanimê xwest qala Mevlüt Çayırçimen bike. Kî bû, çi bû, ji kû hatibû, esl û feslê wî çi bû? Wê bi şertê ku ez van tiştana nenivîsim heta piştî mirina wê qebûl kir ku bibêje. Min bi nigê Baranbaro sond xwar ku tiştekî wiha qet ne mimkin e çêbibe. Qurtek ava qedehê li qirika xwe kir û li çîrokê vebû.

Mevlüt kurê mêrê wê yê ji jineke din bû. Jin kî bû wê jî nedizanî û jixwe heta demeke dirêj haya wê ji kurik jî tune bû. Gava kurik li Stenbolê çêdibe Evdirehîm Beg qebûl nake ku kurik bigire ser nifûsa xwe, tiştekî wisa ne mimkin xuya kiriye ji bo wî ji ber ku zewicandî û xwedî zaro bûye. Jinikê jî xwe li kurik nekiriye xwedî û kurik wer maye li meydanê. Gava kurik girtin sêwîxaneyê haya Evdirehîm Beg jê hebû û piştî deh salan ji jina xwe re qala vê serboriya xwe ya rasteqîn kir. Hidayet Xanim qiyamet rakir û sê rojan giriya. Roja çaran lêxist çû mala bavê xwe û ji wan re got mêrê wê her roj qumarê dilîze û araqê vedixwe. Piştî mehekê mêrê wê hat ew ji mala bavê wê girt û vegeriyan malê. Tevî ku xeyidandî bû jî, wê ji dilê safî ji mêrê xwe xwest ku kurik ji sêwîxaneyê derxe û wî bigire ser navê xwe. Mêrê wê qebûl nekir lê soz dayê ku dê li wî miqate be. Kurik di hejdehsaliya xwe de bavê xwe nas kir, di bîstsaliya xwe de bi keçikeke Mêrdînî re zewicî û paşnavê wê wergirt. Mevlütê ku heta bîstsaliya xwe lefzek kurmancî û erebî nedizanî, bi xêra jina xwe di sê salan de xwe hînî kurmancî û erebî kir. Ji ber ku bavê wî her sal qiyametek pere ji bo wî dişandin, hewcehî pê nedît ku bişixule û heta mirina bavê xwe ji kîsî wî jiya. Piştî ku bavê wî mir bi demekê leqebê şêxîtiyê bi dû xwe xist û mala wî bi gelek jinan tije bû ku her yek ji wan xwe avêtibû bextê wî ji bo ku çareyekê ji bo daxwazên wan bibîne. Gava navê wî êdî di civatan de bi sextekarî û doxînsistî belav bû, tirsiya ku tiştek bê serê wî û malbata wî. Xeber ji Hidayet Xanimê re şand ku dixwaze were li Bismilê bi cih bibe. Hat di vê mala çend mal bi wê de rûnişt. Hidayet Xanim cara ewil wê gavê, gava dîkê wê mir ew dît. Dema ku hat gelek kurdên Binxetê jî yên ji ber şer direviyan û serxet dibûn dihatin bajarên kurdan. Di demeke wisa de Mevlüt Çayırçimen li çar aliyê bajêr belav kir ku ew jî ji ber şerê Sûriyeyê reviyaye û mihtacî alîkariyê ye. Koliyên ku her çend rojê carê dihatin ber mala wî û pereyên ku ji sazî û dezgehan li ser navê koçberiyê digirtin têra debara wî û malbata wî dikir. Piştî ku kîn û nefreta li hember koçberên Sûriyê li Bismilê zêde bû, êdî ew alîkariya berê jî bo wî nema. Vê carê wî dest bi parsektiyê kir û nihêrî ku wisa nadome, xwe li karê kevnikan qeliband û bi pereyê qezenc kirî marketek vekir. Lê ji ber fikrên wî marketa wî êdî wek Marketa Barzanîciyan belav bûbû li nav bajêr ji ber ku bi pêdagirî pesnê Barzaniyan dida, ji bo Mesûd Barzanî digot Cenabê Serok û diyar dikir ku li vê dinyayê tu serokekî kurdan yê wekî wî çênebûye. Çend caran min jî ew dît ku bi Bismiliyan re diket nîqaşan, herçî kesê ku pesnê Rêveberiya Rojava bidaya xwe li wan hêrs dikir û diyar dikir ku ew diktator in, kî ne ji wan be dikujin û diavêjin hepsê, tu derdê wan bi kurdbûnê tune. Dihat gotin li ber Qehwa Çîçekê ew û hinek kesan rabûne hev ji ber ku heqaret li Evdila Ocalan kirine. Ji ber vê bû herhal êdî kêm Bismilî diçûn marketa wî û yên diçûn axilbe Binxetî bûn. Tevî vê jî pereyê xwe bi faîzî dida gelek Bismiliyan û dihat gotin ku bi faîzê ne bi qasî faîzxwirên navdar yên bajêr be jî têra xwe dewlemend bûye. Hidayet Xanim digot tevî ku ne bi dilê wê ne jî ev tişt lê wî heqî di xwe re nabîne ku gotinekê bike, ji roja ku dîkê wê xatirê xwe jê xwestiye û çûye.

Piştî xwarinê me çayek jî vewar. Min ji wan rica kir ku çend agahiyan derheqê jina wî û zaroyên wî de jî bidin. Kesî tiştek negot. Li Bismilê her kesî hay ji jina wî û zaroyên Mevlüt Çayırçimen hebûn lê tu kesan ew nedîtibûn. Tenê me dizanî ku navê kurekî wî Welat e. Min destûra xwe ji wan xwest. Hidayet Xanim cardî ket çepilê min û heta ber devê derî ez derbas kirim. Gava cotê migan li ser serê wê dihejiyan min nedizanî ev dê cara dawî be ku ez wê dibînim. Çi xweşik bû ew kumikê wê, nikilê wê. Li bendê mam ku bang bide lê tenê got, “Oxir be cano.” Min destê xwe di serê keçika biçûk da û derketim.

Şeva ku Hidayet Xanim mir ez li pavyona bajêr bûm. Mevlüt Çayırçimen jî li wir bû, pir vexwaribû û her carê kaxezek pere derdixist di ber navtenga jinika kêleka xwe radikir. Tu carî min ew haqasî bextewar nedîtibû. Gava bi qedeha dawî re serê wî ket ser maseyê min fam kir tu tiştek ji sûrî mexdûriya wî nemaye. Ji cihê xwe rabûm, ev cara dawî bû ku min ew didît.

Min bihîst ku vî destê sibê Mevlüt Çayırçimen yan jî Bavê Welat yan jî Abdulwahhab Yousuf mala xwe bar kiriye û hemû dîkên bajarê me mirine. Ez ê bîstek din derkevim biçim Goristana Akpinarê ji bo ku çend bêr ax biavêjim ser meytê Hidayet Xanimê. Kêfxweş im ku li ser soza xwe mam û heta roja îro min behsa vê çîrokê nekir. Lê nizanim ka cotek nigê dîkan jî bi xwe re bibim yan na?

 

Înan  


7.05.2020

nameya miriya



Bes, serboriyeke min heye 

derbarê (ş)jîna laşekî bê

bîn û berate de.

 

 “…vê beyaniyê bi destê sibê re, pêlên bayê pêşîn li şibakeya min a girtî dida. Ji qewlî Mam Sebrî; ‘huvehuva’ bê li tariyê dibeziya, dengê azanê bi pêçiyên min diket, tirs di bedena min de dixerbilî, destpêka rêwitiyeke nediyar e ev. Terqîna seydayekî teqwa ji bakurê Sengelê xwe digihand guhên min zarê min qetiya, asê mam. Heta gavekê bi ser xwe de hatim hişê min pûç bû.

 Wesfên rehmanî xwe ji pênûsa min vedidize, ku nîvço bimîne ev name berde bila tikîtenê di halê xwe de bigirîm. Şahiya min û axê bi gêzikek qetikqetikî ve hat vemaliştin. Niha yek li çavên min dinihêre, doza çend qirûşan li min dike heta êvarî. Hîkehîk difûrin ji derdorê. Nasek, yek bi yek xwe li destan radipêçe, yên hember xêrhatinên gazinî lê dikin. Dengên pesindayinan weke şîmaqan li guhê min dikevin. ‘Ezbenî, ez çûm.’ Yek radibe û derdikeve, yekî din jî li dû wî û dawiyê kes namîne, di halê xwe de dimînim.”

 

“Jiyîn nala rihê jinekê bi aciziyên min ve radipelike, bêhn li min diçike. Piştî kêliyên dipdirêj şoreş bi ser min de tên, dihedimim, derî digirim, berî girtinê zengil didim ber çakûçan hûrhûrî dibe, kes nema li derî dide. Jehremar di xwîna bedena min de digere, ji kamê heta fa’mê dipelçiqim, li gorepaneke girse me niha. Bi saya pitpitên amûrên musikjenekî fêlî rûpaqijkirinê dibim. Hêvî dilalije, mîna lawirekî dîn û har dibe lêva lerizî. Û li van deran reng di çalan de wer dibin, sor disojin, sar dibin, difetisin, lê her hinek li dû nin.”

 

 “Danê payizî ye wext, di çirkan de ye saeta êvarî. Ez ne li ber şibakeyê, ne li ser maseyê, li navbera odeyê cixareyekê li rex nameyê dipêçim. Hîn bêhna kulîlkan tahma ava hênik a zaretka gundê mala bavê diya min ji tûtina şil difûre. Her deverek li rehma xwe tê terikandin, dêran û wêranbûyî kîp dinale xweza. Di şer de nîgara welatekî li nava çavên ciwanekî kamil peyda dibe, diêşe. Der û dar û berên rût ji niha ve di hêminiya pêşerojên qidûmşikestî vêlvêl e; behsa reqsa straneke pûç ji latan re dike. Ji gêran dernayên bêlanên êlên me, misêwa hingur ji par re dadiweşîne sibehên bajaran ko li qeraxa nepeniyên jankêşiya jinên di nîrê welidandinê de bi zikreşiyê dikevin, li vî welatî şekirnok tahma şoraniyê ye. Di wextên nêzî hatina gêdûka berfê de, gefxwarinên mêrên qels xwe li qelpiyên jinan digirin û li nava dilê biçûkekê xofê diweritînin hê. Tirsa tiştên derbarê wê de, dilê wê yê zirav î pola teng dike. Çend kêliyan cîhan li ser keçikeke din diqehire, ta danekî din talî li zerbûnê vediguheze şêla petîşok.”

 

 “Pêşbazî bazdana ji dewletê pêlîstok kevirên şûm in li avêtinê ne, banekên ewil ên rût in belengaziyên li bênderên mê diricime.’’

 

“Min dil nîn e biyan bim li van erdan, kat bi kat hişkiyê dikin.  Zeviyên vekêşî di erênayê de ne wer; giliyên hesûdî ne dadibeli’in. Fesilîn nayên rayê, kê dî ye nebînaye ji ristên takekes, axx kî nehat dexlê kê, ka behsa bîranînên li dû tofana şeveke aşt ku li sibeheke nû diferice bike. Ziman bi ziman ditorînin serpêhatiyan  ji hinirran re dikin mîrat.”

M.S