Cara duyem min ew di
trêna Diyarbekir-Batmanê de dît. Şalê wî yê ku pê de dadileqiya, berstûka
xirqeyê wî yê li nav piştê diket şipêtê
yekî dilê wî ji dinyayê sar pê dixist. Gava di ber min re derbas bû qeytanên
pêlava wî bala min kişandin. Her yek bi aliyekî de pê re xwêr dibû diçû. Tekane
pirsa di hişê min de ev bû: Gelo zarokek bêhemd pê li qeytanan bikira, dê
nelikumiya li erdê neketa? Çi pê hat nizanim. Dengê wî yê ku digot, “Sûrî
mexdûrî, sûrî mexdûrî…” li nav trênê olan dida. Jinika li palgeha çepê destê
xwe li kesê(n) ku min ew nedidît(in) li ba dikir. Qîjînek bi trênê ket. Min
destê xwe danî ser pêteka aliyê rastê ku hewaya germ jê bilind dibû. Zivistan
dihat, herhal.
Navê wî Mevlüt
Çayırçimen bû. Ji her kesî re digot ku navê wî Bavê Welat e. Piştî dîtina duyem
bi du sê mehan gava ez bi tesadifî çûm marketa wî ya li kêleka Cada Batmanê ya
bi navê Afrin Market, nasnameyek nîşanî min da û diyar kir ku ew nasnameya wî
ya li Sûriyeyê bûye. Abdelwahhab Yousuf dinivîsî tê de. Di 1979an de li Efrînê çêbûye.
Fotrafekî wî yê bîstsaliyê li ser bû. Min bihîstibû ku rejîma Sûriyê nasname
nedida kurdan. “Na”, gotibû wî. “Dida, lê nedida her kesî.” Wisa bawer kiribû
ew evdekî xas e, qudreteke wî ya nehênî heye. Behs kir ku çawa li Binxetê gelek
nexweşiyên xelkê pak dikirin tevî ku di heyata xwe de neçûbû mektebê jî. Ecêb
mabûm. Min rahiştibû pakêta cixareya xwe, nimareya telefona xwe dabû wî û ji
marketê derketibûm.
Gava min ew dît, di
trênê de carê li ber hin kesan disekinî, bi zimanekî diaxivî ku nedihat
famkirin ka kurdî ye, erebî ye, tirkî ye. Tiştê min fam kirî qala mexdûriyeta
xwe dikir, qala perîşaniya xwe ya ew û kom û kulfetên xwe tê de ne. Li welatê
wî şer bû, qiyamet bû, mala wî xira bûbû, derbeder bûbû hatibû vira. Êdî
nikaribû bi şûn de jî vegeriya, vê carê jî tirsa wî ji rêveberiya kurdan bû. Gelek
kesan mehdê xwe pê tirş dikir, kêm kesan hin pereyên hûr derdixistin didanê. Li
ber min nesekinî, derbas bû çû. Kalemêrê li hember min dest pê kir çend xeber
ji bo kesên Sûriyê gotin. “Onlar burda oldukça bize rehet yox.” Destê xwe li ba
kiribû. Bi kurdî nepeyivîm. Tirsiyam ku bêje tu jî sûrî yî. Berî çendekê
ji ber ku li firneyê min bi kurdî du nan xwestibûn, mişteriyê di dorê de ji min
pirsîbû qey ez ji Sûriyeyê me. “Na” min gotibû û derketibûm, “ez ji quzê ca te
me.” Deng nizmtir dibû.
Bismiliyan tu carî ferq
nekir Mevlüt Çayırçimen kengî hat bajarê wan. Pîrekeke li dor heftê salan ya ez
pê re peyivîm ji min re got wextê mehseran bû, şev nîvê şevekê hatibû li mala
kêleka wan bi cih bûbû. Çend şevderên mehlê dîtibûn ku heta azana sibê eşyayên
xwe bar kiribûn malê. Şêniyên mehlê hîn jî wê serê sibehê bi xemgînî bi bîr
tînin ku dîkên hewşa wan azan nedidan lê digiriyan. Kesî heta roja îro jî
sebebekî maqûl ji bo giriyê dîkan peyda nekiriye, ji bilî Hidayet Xanimê.
Xwediya xaniyê Çayırçimenan.
Her wekî me li hev
kiribû, tam di saet dozdeh û nîvan de li ber deriyê hewşa wan bûm. Keçikeke
biçûk derî vekiribû û berev malê çûbûm. Gava min di ser derazînkê re gav kiribû,
ji ber cotek nigê dîkan yê bi ser derî ve dardakirî sawê ez girtibûm. Ketibûm
hêwana mezin. Hidayet Xanim tam li hemberî min bû. Serê wê bi ser milê wê de
tewiyayî, xilmişîbû li ser paldanka xwe. Kêliyekê bala min çûbû ser kumikê wê,
nikilê wê bêhesab dirêj dibû ber bi min ve. Heta lê warqilîm ku ew kumik û
nikulê peykerê li pişt serê wê ye, keçika biçûk got, “Nene” û çoka wê hejand,
“mêvanê te li vira ye.” Ji binê bîreke kûr gazî wê dikirin. Şiyar be, digotin
ji bo wê, wexta civanê ye. Veciqînekê pê girt, serê wê bê hemd lerizî. Bedewa
di tabloyê de şiyar bû, li min nihêrî û bişirî. Lê min digot qey digirî û
hêstirkan dibarîne. Temenê wê gihiştibû şêst û sisêyan.
“Ahha, cano tu hatî?”
“Belê” min gotibû
hinekî bi fedîkarî, “efû Hidayet Xanim, me tu ji xewê kirî.”
“Hîç ne mesele ye berxê
min, tu zanî êdî ji min jî derbas bû, hema li ku zeft bikim serî berdidim xewê
ahhaha. Lê tu li ser xewna xwe hatî. Ka rûnê, ez qal bikim.”
“Xêr be înşela.” Min
got, gava li palgeha wê nîşan dayî rûniştim.
“Xêr e yan guneh e tu
paşê bêje,” got û ji keçika biçûk du qehwe xwestin. Wê jî wek min ji qehwa tehl
hez dikir. “Li dîkê xwe siwar bûbûm û çûbûm Mexribê. Tu navê wî nizanî ne wisa?
Baranbaro. Axx, her ku navê wî hildidim êşek li kevçika dilê min dikeve. Min
berî wê xewneke din dîtibû. Her wekî niha li vir xilmaşî bûm. Gava min çavê xwe
vekiribû Evdirehîm Begê min li cihê te rûniştî bû. Dibeşişî, ez jî pê re
dibeşişîm. Çiqas wext derbas bû nizanim, gava rabû perîkek ji ber dîkê xwe kir,
da min. Jê re digot Rewandaro, axx te bidîta çi beza bû. Temî li min kir ku ez
sibê biçim Mexribê ziyareta wî. Gava şiyar bûm ew ne li ber serê min bû lê gava
min kulma xwe vekir, ew perîk di mista min de bû. Roja din min haziriya xwe
kir, li Baranbaro siwar bûm û sê roj û sê
şevan min rê pîva. Evdirehîm Beg li ser Rewandaro li ber derwazeyê bajêr
li benda min bû. Kêfa wî hat bi perîka di nav guliyê min de. Ez birim bi maliyan
dam naskirin. Ketim nav bezm û şahiyeke min di heyata xwe de nedîtî. Piştî sê
roj û şevan me destûr xwest ku em biçin hinekî li derveyê kelehê jî bigerin.
Bavê Evdirehîm Begê min destûr da lê bi şertê ku em nêzî golegeniyan nebin û
xwe ji wan dûr bixin. Me got ser çavan, em li dîkên xwe siwar bûn û derketin. Evdirehîm
Begê destê xwe da ber guhê xwe û kilamek lê kir. Bajarê Mexribê li ser sêsed
û şêst û şeş qapiyan e… Geh bi ramîsanan, geh bi revokiyê, geh bi xwarina
sêv û hirmiyan, vir de wê de em çûn hatin heta em ji golegeniyan derketin.
Dîkên me jî tî bûbûn û helhehelka wan her ku diçû zêdetir dibû. Min xwest
Baranbaro û Rewandaro ji ava golê vexwin. Begê min qebûl nekir û xwe neda ber.
Li ber geriyam û ketim xulqê wî. Xwe mecbûr hîs kir herhal, ez ji bo wî çûbûm
heta welatê wî lê wî xwe nedida ber xwestineke wisa biçûk jî. Axir bê dilê xwe
be jî qebûl kir û me dîkên xwe berdan. Bêsekin ji ava golê vexwarin heta zikê
wan werimî û hat wê merhalê ku biteqe. Me dest pê kir bi çar dilan em giriyan.
Qîrîna me di nav bajêr re derdiket. Bajar li serê me kom bû, dengê bavê
Evdirehîm Begê ji dûran ve bilind dibû, digot, lalawo ma min li we nekir
temiya, dûr bin ji ava golegeniya. Ji ber ku me bi ya wî nekiribû em ji
welatê Mexribê qewirandin. Piştî qonaxa sî û sê şevan em gihiştin Bismilê. Gava
te şiyar kirim, ez û Evdirehîm Beg li vê hêwanê bûn û ji ber giriyê me kirî
çavê me rijiyabû.”
Hidayet Xanimê firtek
ji qehweya xwe hilda û dest bi girî kir. Ez jî pê re kelogirî bûm, dîkek di nav
serê min de bêfesal bang dida. Piştî ku dilê xwe têr li girî rehet kir, ket
çepilê min û ez ber bi fotrafekî mezin ê li dîwêr ve birim. Fotrafekî wesîqe yê
reş û spî bû ku tê de mêrikekî bi şaşik û simbêlzirav ji kêlekê ve xuya dikir.
Awirên wî di dûrahiyê de cit bûbûn, bi meraq dinihêrî. Wê ji min pirsî ka min
ew camêr nas kir yan na. Na, ma min ê ji ku nas bikira.
“Evdirehîm Beg, mêrê
min. Tekane fotrafê li dû wî mayî. Di vî fotrfafî de sî salî wan e. Siba ku mir
Rewandaro jî li pey wî mirar bû. Cara pêşî wê hingê dîkên bajarê me giriyan lê
tu kes pê nehisiya. Ji xeynî min.”
“Lê min ev nas kir, ev
tu yî.” Min tiliya xwe danî ser fotrafê biçûk ê li kêlekê. Bejna wê her wekî
niha çik û zirav bû. Destên wê li ser kembera wê, li min dinihêrî.
“Te pê derxist. Erê ez
im. Tekane fotrafê min ê li dû min bimîne. Lê dîkê min ne bi min re lê berî min
mir. Tu zanî çawa?”
Sibeha ku Mevlüt
Çayırçimen mala xwe bar kir, Baranbaro mir. Dîkên Bismilê cara duyem wê çaxê,
li pey dîkê Hidayet Xanimê giriyan. Ew negiriya, tenê xwe reş pêça û nigên dîkê
xwe jê kirin, bi ser deriyê malê ve daleqandin. Wisa bawer kiribû wan nigan dê ew
û mala wê ji musîbetên xirab biparastina. Nigan ew parastibûn yan na nizanim,
lê pir eşkere bû ku reşpêçanê ew bedewî û esaleta di fotrafî de her mîna berê
hiştibû.
“Tu birçî yî ez zanim,”
Hidayet Xanim cardî ket çepilê min û ber bi odeya xwarinê ve birim. “Qîza min
ji bo te mirîşkên nekelek çêkirine. Ne wisa Hale?”
Min navê qîza wê
bihîstibû, digotin gelekî bedew e, lê cara pêşî min ew didît. Nizanim çima lê
zêde min xwe fedîkar û mehcûb hîs kir li ber Haleyê. Baştir bû ku bêdeng bimama
û zoq li wê nenihêriya.
“Zanî canê min,”
Hidayet Xanimê berî xwarin li ser maseyê bê raxistin parçeyekî goşt dirêjî min
kir, “Goştê mirîşkên nekelek zêde çir in, merev çiqas bikelîne jî ji hev nabe.”
Wekî ku ev agahiyeke nû
be, min di telefona xwe de wekî noteke muhîm nivîsî ku heye rojekê bi kêrî min
bihata. Dema mase hat raxistin, mêrê Haleyê jî hat. Min Mûsa gelek caran dîtibû
li nav bajêr lê tenê silav û merhebaya me hebû. Qehwa wî ya dîkan ya li hala
gund bûbû cihê şahî û bezmê ji bo kesên rojeva wan li ser dîkan bû.
Min Çayırçimen cara
yekem li Qehwa Dîkan a Mûsa dît. Wî jî dîkê xwe anîbû û berdida şer. Berevajî
carên ku min ê ew bidîta, bi tirkî dipeyivî. “Amina qoyim”a wî ya li pey sê çar
peyvan carê dihat, di nav bangên dîkan re bilind dibû. Baweriya min bi dîkê wî
nehatibû, pereyê ku min ji bo dîkekî din danî orteyê bi zêdehî li min vegeriya.
Dîkê wî di nav xwînê de mabû. Çend kesên li wir ên min ji wan pirsîbû tu
agahiyek li ser Çayırçimen nedabûn, lê tiştê li ser hemfikir bûn ew ji cihekî
dûr hatibû û xerîbê van deran bû.
Wê roja ku ji trênê
peya bûm bi hefteyekê min Çayırçimen cardin dît. Ev cara min a sêyem bû. Gava
dengê “eskici, eskici…” hat guhê min, min rahişt sobeya malê ya kevn û daketim
xwarê. Ew bû. Bûbû eskîcî. Gava min jê pirsî gelo rast e kesên ji Sûriyê
yên li Bismilê li kevnikkirên Bismilî xistine û piyaseya kevnikan xistine destê
xwe, got, tobe heram be ku rast be û xeberan got ji bo kesên ku van gotinan
dixin stûyê wan. “Em îşê xwe dikin bira,” wî ji min re gotibû, “Lê Bismilî
nahewin, dibêjin illim gere kes ji me pê ve tu emelî neke.” Gava hinekî dûr
ketibû, cîrana me ji şaneşînê dest bi gazinan kiribû. Li gor wê ji ber kesên
Sûriyê êdî tu kar bi destê xelkê nediket; kêf kêfa wan bû, dewlet li pişta wan
bû lê li Efrînê, li Binxetê kurd ji birçînan dimirin, mala wan xira dibû,
perîşan bûn; bila bicehimiyana biçûna welatê xwe; ma çend sed xortên Bismilê
çûbûn Binxetê ji bo wan şer kiribûn lê ew hatibûn li vir li rehetiya xwe
dinihêrîn?.. Min tiştek negot, tenê ecêb mam ku ew heyranî û alîkarîya bo
penaberên Sûriyê ya demekê çawa veguheriye kîn û nefretê.
Li ser xwarinê min ji
Hidayet Xanimê xwest qala Mevlüt Çayırçimen bike. Kî bû, çi bû, ji kû hatibû,
esl û feslê wî çi bû? Wê bi şertê ku ez van tiştana nenivîsim heta piştî mirina
wê qebûl kir ku bibêje. Min bi nigê Baranbaro sond xwar ku tiştekî wiha qet ne
mimkin e çêbibe. Qurtek ava qedehê li qirika xwe kir û li çîrokê vebû.
Mevlüt kurê mêrê wê yê
ji jineke din bû. Jin kî bû wê jî nedizanî û jixwe heta demeke dirêj haya wê ji
kurik jî tune bû. Gava kurik li Stenbolê çêdibe Evdirehîm Beg qebûl nake ku
kurik bigire ser nifûsa xwe, tiştekî wisa ne mimkin xuya kiriye ji bo wî ji ber
ku zewicandî û xwedî zaro bûye. Jinikê jî xwe li kurik nekiriye xwedî û kurik
wer maye li meydanê. Gava kurik girtin sêwîxaneyê haya Evdirehîm Beg jê hebû û
piştî deh salan ji jina xwe re qala vê serboriya xwe ya rasteqîn kir. Hidayet
Xanim qiyamet rakir û sê rojan giriya. Roja çaran lêxist çû mala bavê xwe û ji
wan re got mêrê wê her roj qumarê dilîze û araqê vedixwe. Piştî mehekê mêrê wê
hat ew ji mala bavê wê girt û vegeriyan malê. Tevî ku xeyidandî bû jî, wê ji
dilê safî ji mêrê xwe xwest ku kurik ji sêwîxaneyê derxe û wî bigire ser navê
xwe. Mêrê wê qebûl nekir lê soz dayê ku dê li wî miqate be. Kurik di
hejdehsaliya xwe de bavê xwe nas kir, di bîstsaliya xwe de bi keçikeke Mêrdînî
re zewicî û paşnavê wê wergirt. Mevlütê ku heta bîstsaliya xwe lefzek kurmancî
û erebî nedizanî, bi xêra jina xwe di sê salan de xwe hînî kurmancî û erebî
kir. Ji ber ku bavê wî her sal qiyametek pere ji bo wî dişandin, hewcehî pê
nedît ku bişixule û heta mirina bavê xwe ji kîsî wî jiya. Piştî ku bavê wî mir
bi demekê leqebê şêxîtiyê bi dû xwe xist û mala wî bi gelek jinan tije bû ku
her yek ji wan xwe avêtibû bextê wî ji bo ku çareyekê ji bo daxwazên wan
bibîne. Gava navê wî êdî di civatan de bi sextekarî û doxînsistî belav bû,
tirsiya ku tiştek bê serê wî û malbata wî. Xeber ji Hidayet Xanimê re şand ku
dixwaze were li Bismilê bi cih bibe. Hat di vê mala çend mal bi wê de rûnişt.
Hidayet Xanim cara ewil wê gavê, gava dîkê wê mir ew dît. Dema ku hat gelek
kurdên Binxetê jî yên ji ber şer direviyan û serxet dibûn dihatin bajarên
kurdan. Di demeke wisa de Mevlüt Çayırçimen li çar aliyê bajêr belav kir ku ew
jî ji ber şerê Sûriyeyê reviyaye û mihtacî alîkariyê ye. Koliyên ku her çend
rojê carê dihatin ber mala wî û pereyên ku ji sazî û dezgehan li ser navê
koçberiyê digirtin têra debara wî û malbata wî dikir. Piştî ku kîn û nefreta li
hember koçberên Sûriyê li Bismilê zêde bû, êdî ew alîkariya berê jî bo wî nema.
Vê carê wî dest bi parsektiyê kir û nihêrî ku wisa nadome, xwe li karê kevnikan
qeliband û bi pereyê qezenc kirî marketek vekir. Lê ji ber fikrên wî marketa wî
êdî wek Marketa Barzanîciyan belav bûbû li nav bajêr ji ber ku bi pêdagirî
pesnê Barzaniyan dida, ji bo Mesûd Barzanî digot Cenabê Serok û diyar dikir ku
li vê dinyayê tu serokekî kurdan yê wekî wî çênebûye. Çend caran min jî ew dît
ku bi Bismiliyan re diket nîqaşan, herçî kesê ku pesnê Rêveberiya Rojava bidaya
xwe li wan hêrs dikir û diyar dikir ku ew diktator in, kî ne ji wan be dikujin
û diavêjin hepsê, tu derdê wan bi kurdbûnê tune. Dihat gotin li ber Qehwa
Çîçekê ew û hinek kesan rabûne hev ji ber ku heqaret li Evdila Ocalan kirine. Ji
ber vê bû herhal êdî kêm Bismilî diçûn marketa wî û yên diçûn axilbe Binxetî
bûn. Tevî vê jî pereyê xwe bi faîzî dida gelek Bismiliyan û dihat gotin ku bi
faîzê ne bi qasî faîzxwirên navdar yên bajêr be jî têra xwe dewlemend bûye.
Hidayet Xanim digot tevî ku ne bi dilê wê ne jî ev tişt lê wî heqî di xwe re
nabîne ku gotinekê bike, ji roja ku dîkê wê xatirê xwe jê xwestiye û çûye.
Piştî xwarinê me çayek
jî vewar. Min ji wan rica kir ku çend agahiyan derheqê jina wî û zaroyên wî de
jî bidin. Kesî tiştek negot. Li Bismilê her kesî hay ji jina wî û zaroyên
Mevlüt Çayırçimen hebûn lê tu kesan ew nedîtibûn. Tenê me dizanî ku navê kurekî
wî Welat e. Min destûra xwe ji wan xwest. Hidayet Xanim cardî ket çepilê min û
heta ber devê derî ez derbas kirim. Gava cotê migan li ser serê wê dihejiyan
min nedizanî ev dê cara dawî be ku ez wê dibînim. Çi xweşik bû ew kumikê wê,
nikilê wê. Li bendê mam ku bang bide lê tenê got, “Oxir be cano.” Min destê xwe
di serê keçika biçûk da û derketim.
Şeva ku Hidayet Xanim
mir ez li pavyona bajêr bûm. Mevlüt Çayırçimen jî li wir bû, pir vexwaribû û
her carê kaxezek pere derdixist di ber navtenga jinika kêleka xwe radikir. Tu
carî min ew haqasî bextewar nedîtibû. Gava bi qedeha dawî re serê wî ket ser
maseyê min fam kir tu tiştek ji sûrî mexdûriya wî nemaye. Ji cihê xwe rabûm, ev
cara dawî bû ku min ew didît.
Min bihîst ku vî destê
sibê Mevlüt Çayırçimen yan jî Bavê Welat yan jî Abdulwahhab Yousuf mala xwe bar
kiriye û hemû dîkên bajarê me mirine. Ez ê bîstek din derkevim biçim Goristana
Akpinarê ji bo ku çend bêr ax biavêjim ser meytê Hidayet Xanimê. Kêfxweş im ku
li ser soza xwe mam û heta roja îro min behsa vê çîrokê nekir. Lê nizanim ka
cotek nigê dîkan jî bi xwe re bibim yan na?
Înan