28.04.2020

Beran




Saet çarê şeveqê:

Ji xew rabû û çû midbexê di nîvê midbexa xwe de beranekî gurandî dît.

Saet pêncê şeveqê:

Ji nav cihê xwe rabû çû midbexê liqayî beranê gurandî hat.

Saet şeşê şeveqê:

Derî lêxist. Go; “ew kî ye?”, go; “Ez im”. Çû derî vekir, yekî por qijolî keniya û go; “Ka beran?”. Go; “Bise, va tînim.” Çû midbexê, li beran geriya lê nêdît û hat go; “Xuya nake”.

Saet dwanzdehê nîvro:

Derî lêxist. Go; “ew kî ye?”, go; “Ez im”. Çû derî vekir, ewê por qijolî keniya û go; “Ka beran?”. Go; “Bise, lê dimêyzênim û têm.” Çû midbexê, li beran mêyzand û hat go; “Xuya nake”.

Saet heştê êvarî:

Ji midbexê rahişt sêvekê û li ser beran rûnişt.

Saet nehê êvarî:

Ji midbexê rahişt kêrekê û li ser beran rûnişt.

Saet yekê şevê:

Derî lêxist. Go; “ew kî ye?” gotin; “Em in”. Çû derî vekir, ewê por qijolî û çendek din lê mêyzandin û pirsîn; “Ka beran?” Go; “Bisekinin”. Çû midbexê û rahişt kêra li ser beran û hat, go; “Va ye.”

Saet duyê şevê:

Di nava xwînê de bû.

Saet sêyê şevê:

Xwe tazî kir û ket nav cihê xwe.

Saet çarê şeveqê:

Ji xew rabû û çû midbexê di nîvê midbexa xwe de beranekî mirî dît.


Elî A.

25.04.2020

çîrokên mînîmal

yek

rêya kelekê ye a tu jê tê xwar, çavê bûm e li hanê li te dinere, ew nivişt? wî kundê li te qûra? bavê min digot carekê çeka min a di satila mêst de li xwe sar bû, neteqand. zeviya li navê, piyê min bû çik tê de diçû, salekê xelkê debra xwe jê rakir. “ev tu ê kê yî xwedê wer ji te sendiye li pêş fîşeka min.“ ez ji reva rih hatim ko dikir ji devê min derketa. min jê re got wî zaroyî aşt bike qe min bazda gulpegulp pê nekeve.




dudu

diya min dibê te îja jî qûtê malê nekir, ma qey salekê jî bihar li fa’lê rast nayê hey kûçik. sala dî jî me dawet ji birayê min re çêkir, kesî heqê sazbend nedayê melê hat û ma’ra wî betal kir. kesî ji me di ber de neda heta bi xalyûmê me. min qetek goşt ji merkebê derxist ko li ber tavê ziwa bikim û bibirêjim lê ji min re nekirin qismet û çêniyek jî bi devê min nebû. a di wê gavê de Rizganê Reso ko em zaro bûn timî lastik û plastîk dadida û bi ser min de diniqutand go were min gunê gê li şîş xistiye, de were bixwe.


M.S

17.04.2020

Moza Adarê



Adar

Mozekê bi çavê wê yî çepê veda.

Nîsan

Dawiya Nîsanê çavê wê yî çepê kor ma.

Gulan

Şazdehê Gulanê kete behrê.

Payîz

Ji behrê derket.

Zivistan

Laşê wê sar dibû û bêriya biharê dikir.

Adar

Berçavka xwe xist çavên xwe û derket der ve. Sê çar gav avêtin û berguhka xwe xist guhên xwe.

Nîsan

Go; çavên min î rastê diêşin û giriya. Bav wê bir nexweşxaneyê.

Gulan

Ji nexweşxaneyê derket. Go; ka ji min re Borges bixwîne.

Payîz

Go; em herin ber behrê. Hingulîska xwe xist tiliya xwe û derketin.

Zivistan

Laşê wê sar bûbû, go; em ê goşt bixwin.

Havîn

Xwe avêtin behrê li ber pêlan ketin û çûn.

Îlon

Yekê Îlonê laşên wan dîtin.

Çarê Îlonê ew şûştin.
Şevê ew veşartin.
Êvara înê li ser wan dan girî.


                                                                                            Elî A.

13.04.2020

G.Beg


                                                           
                                                                 G. Beg


-derew

Di binê holikê de bi rabûnê re goşiyek tirî di navbera serê wî û textê ku çepûrast bi sitûnê kêlekê ve hatibû kutan pelçiqî, pê re çend pelên dêliyê ku xwe bi dîwarê hewşê ve berdabû  rewitîn. G. Beg, bi wecê gû di nava wê qerepêlê de xwe hişk çengî wî kir, bi hev re şewişîn, bi erdê re tepisîn. Şêraniya hebikên tiriyê di binê wan de eciqî li ser qutên wan ên tazî diherikî. Îja jî tiştê ku îmana G. Beg jê dibir li wan qewimî bû. Jina wî bi nerîna şibakeya mitbaxê re çengî bernigê bû, potê destê xwe yê şil xweşlêhati bi derên qut ên mêrê xwe dida. Ji hilmleziya firnikên pozê G. Beg ku vedibûn xuya bû qelpaxa serî hebûya wê biavêta. Jina wî ket piya li ser kursiyekê de rûniştan û da niga û çû.  Harûn di ber xwe de dida sixêfan, yekcar destê xwe di satila avê de dadikir û di canê xwe dida. G. Beg bi engirrîn bendemayê jina xwe bû ku jê re qutikekî din bîne. Lebitî bi çend gavan meşiya hundir, barebar pê ket.

 “Û tew tu, ne tu bî, ne jî wî tiştê tê bînî.”

Harûnê ciwan ku beriya teqawidiya G. Beg bi hev re di karekî de dixebitîn ji liv û bivên wî neheyirî. Bîstekê li pevçinîna wan sekinî.

“Ne her roj e lê carinan har dibe diazire.”

Nûra jina G. Beg piştî vê gotin û gilî û gazina kurt bi şortukekê hebên tirî yên li erdê pelçiqîbûn mala, G. Beg li devê derî kumê nimêjê da serê xwe û bi çavan nîşanî Harûn kir ku derkevin. Di kuçeya ku rast diçe beyariya cihê lîstika zarokan, ji dawiyê de topek li bedena wî ket, daqûl bû, heta ku kevirê destê xwe avêt, zarokan toz û dûxan bi xwe bibilandin. Dîsa çend peyv kir. Destê xwe yê rastê heta gihayê dawşand nava pişta xwe, meşiyan kuçe derbas kirin.

“Ez di gûmana mirina xwe de me û hîn jî min çu tişt ji vê pîrekê fêm nekiriye. Lê ku min dest ji kar kişand û pê ve qinyata vê xurt e li ba min. Tu dizanî jixwe; ma ne ji ber tiştên wilo bûn ku min terka kar kir. Carna dixwazim Nûrê ne jina min lê dergistiya min bûya, -gûmana min tê de nare- hingî me yê zêdetir rêz li hev bigirta, a rast min ê wêdetir qedrê wê bigirta. Orrat, ka ez li ser te bibêjim, heke tu bi yeka wilo jîr û bîrbir re bûyayî tê da’wa kîjan bikira, jin yan jî dergistî? Bêgûman dê kêşe û arîşe dîsa hebin. Bi xwedê kî tu dibê kîjan, tu dibê kîjan? Baş e, zewac xweş e lê ne ji min re. Orrat, ka lê heta ez li ser kar bûm meseleyeke min î wiha tunebû, ez ji wê aciz bûm û vê yekê baş dizanim ku Nûrê jî ji min.”

Harûn serê xwe dirêj dike, li nivîsên ser otobisan dinêre hê û pê re pê re, dibêje; “Va ye otobisa Zoxê hat.”

M.S.