30.08.2020

Şêrên Şer

Rahişt nanê xwe, dibêm qey ji wî şerê nav bajêr baz dida. Hevalên xwe yî berê dîtin, silav neda hinekan silav da hinekan. Hevalên wî yên berê bûn, hevalên wî yên dibistanê bûn. Emrê hemûyan bi qasî hevdû bû lê ne li eynî bajarî mezin bûbûn. Yek ji wan li ser textebendekî rûniştibû û du heval jî li her du aliyên wî bûn, xişxişa wê rojnameya ku nan di nav de ye dengê xwe li guhê wî hevalê wî xist. Li hevdû meyizandin, silav nedan hev. Berî wê du deqeyan di nava pasajê de rastî hevalekî hatibû û gotibû; “êdî xelas, ev çi bi te hatiye”. Kenek ji qehra dilê wî ket, kenek ji rûyê wî valabû, kenekî ziravê wî qetand, kenekî xwe avêt rûyê wî. “Êdî xelas, derkeve.” Piştî vê bi pênc deqeyan her du parq derbas kiribûn, ji nanê wî germê bazda û ew sekinî.

Kîsikê di destê wê de xwe qetand û ji nav destê wê xwe berda xwarê. Di wî şerê nav bajêr de ew bacan yeko yeko perçiqîn, xwîn li ser erdê ma.

Nizanîbû çi bike, pariyek ji nanê xwe jêkir û avêt devê xwe. Qirika wî ziwa bûbû, di ber de ne diçû. Hêstir ji çavên wî hatin, ji bêvila wî bihurîn ketin devê wî, qirika wî şil bû û meşiya. Bi meşeke giran, meşeke bêxîret, meşeke tiral, meşeke di nav havînê de meşiya.

Çû dîsa du kîlo bacan kirîn û ji dikanê derket. Ji alikî dî ve çû ber bi malê ve. Nû ji dûrayî ve mal dît beziya, dibêm qey şerê bajêr li wan dera ye hê.

Meşiya ber bi malê ve lê xwe nêzikî tu kesî ne dikir, mala xwe dît meş bûbû ba meş bûbû nermeba meş bûbû reşeba meş bûbû payîz meş bûbû şêr.


Elî A.

15.08.2020

Beranek

Hey diçe serê min mezin dibe, bêhneke xurt hildidim û ew mezintir dibe, hêdî hêdî bêhna xwe berdidim - weke balona kesk a zarokatiya min- qey wisa werma serê min datîne lê êş wek siya dêwekê li wir disekine. Ku serê xwe bileqînim (serê min li ser balgî çik bûye) wê ji dev û pozê min ji guhê min êş birije, ez ê di gola êşa serê xwe de wek miriyekî dirêjkirî bim. Destê sibehê êş xwe êrîşî laşê min dike. Hemî derzên giyanê min jî pê tije dibin. Wek her sibeh (beriya razanê) beranê gurandî difikirim. Ji mehekê zêdetir e çavên xwe pê digirim, tariya çavên min pê sor û spî dibe pêşî, hêdî hêdî cendek cihê xwe ronî dike. Ew tariya bêserûbin xwe dide hev, biçûk dibe û dibe qotîkeke bi derî û pencere (bi min ev qotîk -ode- 17 m2 ye). Ji pencereya wê tav dikeve hundir, ji derî jî tarî, beranê gurandî li nîvê odê dirêj kiriye, qey wî nû danîne wir û ew bi dehan rojan e wek pêykerekî li wir cih girtiye (narize, kurm nakevinê û bê bêhn e), bê xem, bê êş e, xurt e jî, bêriya mirina –kuştina- xwe xweş xwariye. Qey kêf kêfa wî bûye, ji xeynî alif, av û xewê ma wê çi derdê wî hebûya, xwezî di saxiya wî de bibûma qirniya li ser stûyê wî, ji xeynî xwîna germ çi tiştek tunebûya di jiyana min de).

Ew ê her sibeh li ber çavên min ên bixew xwe dirêj bike, ez ê êşa serê xwe bifikirim. Ew ê wek rûyê kurikekî gundî sor û spî bike û ez ê zerikî bibim. Ew ê heta hetayê wek xwe bimîne û ez ê birizim.

Cansu D.

8.08.2020

Çigçigo


Tucarên we hatin ji Şamê dîkno.

Ez. Ez a nizanîbû rûniştina li ser qûnê tiştekî çawa ye, binêrin bê ketiye çi halî. Nig ji ber min çû bi derbekê. Heta li xwe hayê bûm li erdê bûm. Weke kulîya tu nigên wê jêbike û bera peyasê de, ji nig ketim. Li ser piştê vezeliyam. Bûm merş. Dest û piyên min weke kîsoyê li ser piştê biqelibe li hewa çûn û hatin. Firiyam. Difiriyam. Weke bayê tevlî gulonekên berfê bûm. Şemitîm. Bû rê tepika rêxê ji vir û ber bi hêla dinê.  Dişeqitîm. Li ser vê rûkê dinê dibeziyam.  Hil dibûm. Hol dibûm. Çigçigo bûm. Ne li bendî guftûgo bûm. Bi xwe bûm. Li ser xwe bûm. Bi nigên xwe re bûm. Nigên min ne li benda we bûn. Hespên min î rewan bûn. Bezîyan. Çûn. 

Dîkno, qidqidîkno. Azana wan di qirikan de mayîno. Tucarên we hatin ji Tehranê. 

Ez. Ez a nizanîbû hestî bi qûnê ve heye. Binêrin bê ketiye çi halî. Min xwe li ser firotina du dîkan kir. Heqê wan çû ku nizanim. Çend mîtro capûn pê tê? Çend binkirask? Çend bersîng? Huşş bin edebsizno. Mîtroya kefen bi çend paxnota ye gelo? Heqê çend dîkan dike? Nizanim. Ezê nemirim. Dev jê berdin. Hal û hewalê we çi ye gelo? Tu dîk hene hûn li pişta wan siwar bibin? Tu rêx heye hûn li ser bişemitin? Li ser qaçikê bikevin? Ji nik bikevin? Ji piştê bikulin? Çi heye li ba we welatseyranno. Deşt û zozanno. Gelî û newalno. Ho bê siûdno! Hûn li welatê xwe rast hatin gelo? Ji çav de kûrno. Ez hatim. Li welatê xwe û we tev de rast hatim. Di binê binkiraskê min de ye. Kûçikê mêrê min carna lê diewte. Hoşt dibêjim. Venagere. Min ew bi destîbivirekî li erdê rast kir çend wext berê. Li ser ferşikên erda hêwanê. Xwîn pejiqî bû ser kevir. Hat bîra we gelo? Ê min hew tê bîra min. Hişê min nemaye jixwe. Min bibexşînin. Da ez jî ji we re welatekî ji gul û sosinan binexşînim. Şerm e edebsizno! 

Dîkno, pişt palgêhno. Tucarên we hatine ji Bexdayê. 

Ez. Ez a ti carî qûn neda erdê. Binêrin bê ketiye çi halî. Wê biharê. Nêzî adarê. Li rex bêhna gul û gangulokan. Çûm seyranê. Vegeriyam malê. Tucar hatibûn. Li dîkan peledar bûm. Min deriyê êxûr li ser xwe û wan girt. Bû qajewaja piştpalgêhan. Difiriyan. Perîk bi hewa diketin. Şewqa tava berêvarê di taqika êxûr re dida hundir. Dipengizîm li wî diwarî û li vî dîwarî. Difirîyam. Bi perîk, bê perîk. Nig ji ber min çerixî. Bû rê tepika rêxê, ji vir û ber bi welatên gangulokan. Li ser piştê vezeliyam. Hat xwarê perîkên dawî. Bi toz û dûxanê. Li ber şewqa tava nêzî adarê. Weke xeyalan virde dageriya û wirde. Ket xwarê. Çavên min man li şewqa tava berêvarê.

Mesûd Qeya